Can: Em ê têkoşîna leşkerî geştir bikin

Endamê Desteya Rêveber a HBDH'ê Ferzad Can diyar kir, ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên AKP'ê wê têkoşîna leşkerî geştir bikin û got, "Ji bo têkbirina van êrişên faşîst, pêwîstî bi têkoşîneke hevpar heye."

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) Ferzad Can çalakiyên vê dawiyê yên HBDH'ê, her wiha têkoşîna ji niha û pê ve ji ANF'ê re nirxand.

Ferzad Can diyar kir, dewleta Tirk a qirker ku ji aliyê siyasî, leşkerî, aborî û civakî ve di nava krîz û kaoseke mezin de ye, şerê ku bi salan e li Bakurê Kurdistanê dimeşîne li tevahiya Tirikyeyê, bakurê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê belav kiriye.

Can ragihand, desthilatdariya ku nikare pirsgirêkên li welêt çareser bike û roj bi roj piştgiriya civakî winda dike, ketiye rewşeke welê ku nikare welêt bi rê ve bibe. Ferzad Can ragihand, ku desthilatdarî ji ber vê yekê êrişên dagirkeriyê dibe ser Rojava û Başûr û bi vî rengî hewl dide krîza aboriyê binixumîne û fatûreya krîzê li kedkaran bibire.

Can destnîşan kir, bi êrişên li ser Rojava û Başûr re hewl tê dayin ku destketiyên gelê Kurd ji holê bên rakirin û got, "Di serî de Tevgera Azadiyê ya Kurd dixwaze hêzên şoreşger ên pêşeng bitepisîne, partî û tevgerên antî faşîst û rêxistinên jinan bêîrade bihêle, karker û kedkaran bêhêvî bihêle û bi vî rengî desthilatdariya xwe xurt bike."

Ferzad Can bi bîr xist, ku di dema desthilatdariya AKP'ê de komkujiya jinan zêde bûye û got, "Têkoşîna li dijî faşîzmê têrê nake. Ji bo têkbirina van êrişên faşîst, divê her beşên civakê û hêz bi hev re têbikoşin."

'TUNDIYA ŞOREŞGERÎ JI DOH BÊHTIR REWA YE'

Endamê Desteya Rêveber a HBDH'ê Can diyar kir ku li pêşberî asta heyî faşîzmê şert û mercên têkoşîna bêyî tundiyê ji holê rabûne û destnîşan kir, di rewşeke wiha de ku zemîna têkoşîna meşrû ji holê rabûye, tundiya şoreşgerî ji doh bêhtir rewa bûye.

Can anî ziman ku li dijî êrişên topyekûn ên faşîzmê, ji bilî tundiya şoreşgerî rêyeke din a çareseriyê nîne û got, "Lewma çalakiyên tên kirin girîng in. HBDH'ê bi çalakiyên xwe yên dema dawî re rojev afirandiye. Rîsk da pêş çavên xwe û çalakiyên ku kirine hem ji aliyê wêrekiyê hem jî ji aliyê cihêrengiyê ve çalakiyên girîng in."

Ferzad Can ragihand ku desthilatdarî AKP-MHP'ê bi rengekî eşkere komkujiyan û êşkenceyê dike, ji ber ku dixwaze zextê li civakê bike û bi çavtirsandinê bike ku civak serê xwe li ber desthilatdariya wan bitewîne.

Ferzad Can diyar kir ku ji ber vê yekê divê çalakiyên xwe li metropolan bikin û got, "Divê ev şer li dilê faşîzmê bê meşandin. Ji bilî vê yekê çareseriyeke din a alternatîf nîne. Ev yek nayê wê wateyê ku çalakiyên li qada têkoşîna rewa ya fîîlî ne girîng e. Lê belê şaş e ku mirov li bendê be bi çalaikyên bi vî rengî faşîzm bê lawazkirin. Lewma, bi mezinkirina têkoşîna çekdarî, bi zêdekirina çalakiyên leşkerî, bi xurtkirina tevlîbûna li nava refên gerîla yên li çiyê û bajaran, bi berfirehkirina qada têkoşînê ya gerîla, bi rêxistinbûneke li dora komîteyên berxwedanê û milîsan em dikarin têkoşîneke encamgir bimeşînin."

Ferzad Can destnîşan kir ku ji bo têkbirina faşîzmê divê ew pêngava xwe ya polîtîk û rêxistinî xurtir bikin û got, "Em ê hêzên xwe li gorî şert û mercên xweser ên rewşa nû ji nû ve bi cih bikin. Bi vî rengî em dixwazin têkoşîna leşkerî polîtîk hîn bi pêş ve bibin. Em ê çalakiyên ku milîsên HBDH'ê heta niha kirine berfirehtir bikin, bigihînin asteke bilindtir û rêbazeke welê biafirînin ku hîn bi xurtî li rejîma zordar bixin."

Ferzad Can destnîşan kir ku ji bo têkbirina faşîzmê û misogerkirina paşeroja gel ew neçar in vê bikin û diyar kir ku her kes û saziyên ser bi rejîma AKP-MHP'ê û artêşê wê di hedefa wan de bin.

Di vê çarçoveyê de bang li gelên bindest, karker û kedkaran, jin û ciwanan kir ku li dora tevgera şoreşger a yekbûyî, tevgera şoreşger a yekbûyî ya jinan û tevgera ciwanan a yekbûyî li hev kom bibin û têbikoşin.