Çakmak ê YPG’yî li Bûdapeşta hat bîranîn
Arjîn Çakmak ê YPG’yî li Bûdapeşta hat bîranîn
Arjîn Çakmak ê YPG’yî li Bûdapeşta hat bîranîn
Li paytext Bûdapeşta ya Macerîstanê ji bo Arjîn Çakmak (Argeş Ernesto) ê YPG’yî yê di 11’ê Kanûnê li Holê jiyana xwe ji dest da, merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Di aktivîteyê de Aşkin Yîgît axivî û got: “ Têgeha Şehîdbûnê ya bi Hakî Karer destpêkirî mezin dibe, ev têkoşîna me û azadkirina gelê Kurdistanê her biçe wê mezintir bibe, ti kes nikare pêşiya azadiya me bigire.”
BERXWEDANA XWERÊVEBERIYÊ HAT SILAVKIRIN
Xalê Çakmak Zafer Orhan jî axivî, berxwedana xwerêveberiyê ya li bajarên Bakurê Kurdistanê hat silavkirin. Orhan bang li her kesî kir ku xwedî li berxwedana gelê Kurd derkevin.
Arjîn Çakmak, sala 2014’an beşdarî refên YPG’ê bû, piştî serketina YPG’ê ya li Holê li hember hêzên rejîmê û çeteyên DAÎŞ’ê, dema ku ala YPG’ê li girê stratejîk diçikand, pêl mayinê kir û jiyana xwe ji dest da.