CÎK’ê Cejna Qurbanê pîroz kir

CÎK’ê Cejna Qurbanê pîroz kir û peyama hevgirtin û yekîtiyê da.

CEJNA QURBANÊ

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bi wesîleya Cejna Qurbanê daxuyaniyeke nivîskî da.

Naveroka daxuyaniya CÎK’ê bi vî reng ye:

"Di vê roja cejna pîroz de em hemû bi hev re kêfxweşî û aramiya hatina li ba hev dijîn. Rehm û bereketa Xweda teala li ser me hemûyan be. Cejn ew roj in ku dibin sedem hestên me yên yekîtî û xwişk û biratiyê bihêztir bibin. Em weke gel van rojên pîroz bi xemgînî pêşwazî dikin. Em weke gelê Kurd ji pêvajoyeke dijwar derbas dibin. Zilm û neheqiyên li dijî gelê me yê di bin dagirkeriyê de her roj zêdetir dibin. Kiryarên derqanûnî, bêedaletî û binpêkirinên mafan ên dewleta Tirk yên li ser gelê me her roj bi awayên cuda xwe nîşan didin. Herî dawiyê dewleta Tirk li Colemêrgê îradeya gelê me xesp kir û îspat kir ku wê neheqiya xwe ya 100 salî bidomîne. Êrîşên dagirkreiyê yên li ser Rojava û Başûr zirarên mezin didin aştî û aramiya gelê me û gefan li jiyana însanên me yên sivîl dixwin. Em bang li gelê xwe dikin ku di vê cejna pîroz de tevî hemû zehmetiyan jî bêhêvî nebin û di nava yekîtî û hevgirtinê de bin. Baweriya me nîşanî me dide ku edalet, aramî û xwişk û biratî pîroztirîn hêman in. Heya ku gelê me azad dibe û mafên xwe yên mirovî bi dest dixe, em ê ji bo van hêmanan têkoşîna xwe bidomînin.

Duayên me ji bo gelê me yê bindest e. Em ji Xwedê teala hêvî dikin ku di serî de gelê Kurd û pêşerojeke tije aştî, edalet û azad bike para hemû erdnîgariya Îslamê. Em hêvî dikin ku ev Cejna Qurbanê bibe wesîleya bidawîbûna êşên me, dabînkirina edaletê û aştiya mayînde were xaka me.

Em dubare bang li gelê xwe dikin ku li dijî vê zilmê bi sebr bin û têkoşîna xwe mezintir bikin.’’