Danişîna 5'emîn a doza xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût ê ku di Newroza 2017'an a Amedê de ji aliyê polîsan ve hat kuştin û polîs Y.Ş. lê tê darizandin li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Polîs Y.Ş. ji sûcê "bi qestî kuştin" bi cezakirina muebetê tê darizandin.
Beriya danişînê gelek polîsan avahiya edliyeyê dorpêç kir. Polîsê bersûc Y.Ş. ê negirtî tê darizandin û parêzerên wî û li aliyê din jî birayê Kûrkût, Ferhat Kûrkût û parêzerên malbatê di danişînê de amade bûn. Parlamenterên HDP'ê yên Amedê Semra Guzel, Dêrsim Dag û Mûsa Farisogûllari û rêveberên HDP'ê jî doz şopandin. Herî kêm 30 polîs jî ketin salona danişînê û doz şopandin.
Di danişînêde heyeta dadgehê diyar kir ku rapora Buroya Krîmanal a Neteweyî ya têkildarî kuştina Kurkut hatiye amadekirin gihîştiye destê wan. Parêzerên Kûrkût jî diyarkirin ku rapora ku hatiye, neketiye destê wan.
RAPOR: KÛRKÛT KIRINE HEDEF
Serokê dadgehê di beşa encama raporê de diyar kir ku polîsê bersûc ê bi navê Y.Ş, Kemal Kûrkût kiriye hedef û fîşek lê reşandiye. Di raporê de hate diyarkirin ku bersûc Kûrkût bi qestî kirine hedef.
PARÊZER: DIVÊ BERSÛC WERE GIRTIN
Parêzerên malbata Kûrkût, diyar kir ku polîsê niha tê darizandin nehatiye girtin û şertê kontrola edlî jî hatiye rakirin. Parêzerên diyar kirin ku divê polîsê bersûc were girtin.
Parêzer Cîhan Aydin jî diyar kir ku bersûc hê jî li ser kar e û dibe ku bersûc delîlên heyî tune bike û ji holê rake.
POLÎSÊ KUJER NEHATE GIRTIN!
Heyeta dadgehê diyar kir ku endamên emniyetê yê li cihê bûyerê divê dîsa wekî şahid werin guhdarîkirin û di rapora Buroya Krîmînal de hin tiştên kêm hene û divê raporeke berfirehtir were amadekirin.
Heyeta dadgehê piştre jî rûniştin taloq kir.