Bûlûttekîn: Divê mekanîzmayên biryarê di nava gel de bên avakirin

Şaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn qala feraseta xwe ya şaredariyê kir û got, "Divê di nava gel de mekanîzmayên biryarê bên avakirin."

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de rêveberiya piraniya şaredariyên li Kurdistanê ji nû ve wergirt, karên xwe yên ji bo sererastkirina texrîbata qeyûman didomînin. Şaredariya Sûrê ku berxwedana xwerêveberiyê lê hebû yek ji wan şaredariyên destpêkê bû ku bi rêya qeyûm hatin desteserkirin. Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn anî ziman ku qeyûm şaredarî bi her rengî talan kiriye, şaredarî xistiye bin deynan û polîtîkayeke welê meşandiye ku şaredarî û gel bên dijî hev, lê nekariye vê polîtîkaya xwe bi ser bixîne.

Bûlûttekîn bal kişand ser rewşa malbatên ku li Sûrê xaniyên wan xera bûne û got, "Mirov dixwazin li taxên ku lê ji dayik bûne û mezin bûne bijîn, lê belê ew tax êdî nînin. Em hewl didin di vê mijarê de çareseriyê peyda bikin." Bûlûttekîn destnîşan kir ku çareseriya vê yekê jî piştevaniya civakî û desteka raya giştî ye.

Bûlûttekîn anî ziman ku wê plansaziya xwe ya ji bo pênc salan bixin meriyetê, her wiha bi jinan û beşên cuda yên civakê re civînan pêk bînin, li daxwazên wan guhdarî bikin û di vê çarçoveyê de gavan biavêjin.

Bûlûttekîn bal kişand ser girîngiya tevlîbûna gel li rêveberiya xwecihî û got, "Di nava gel de divê mekanîzmayên biryarê bên afirandin. Ji xwe biryardariya me ew e ku bi feraseta şaredariya azadîparêziya jinê û xwecihî tevbigerin. Em qala şaredariyeke welê dikin ku herkesên ji her beşên civakê di nav de hebe. Armanca me ya bingehîn ew e ku ev feraset belav bibe. Şaredariyek ku gel xwe di nav de nebîne li dijî pîvanên me ye. Lewma ji bo me ya girîng biryara hemû beşên civakê ye."