Buldan: Yên ku Kurdan înkar bikin wê têk biçin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan û Hevserokê Giştî ya DBP’ê Keskîn Bayindir li Cizirê serdana esnafan kirin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Hevserokê Giştî ya DBP’ê Keskîn Bayindir, li navçeya Cizîrê ya Şirnexê serdana esnafan kirin.  Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, Berdevka Meclîsa Ciwanan Dêrsim Dag, Parlamenter Nuran Îmîr, Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz, tevlî serdana Buldan û Bayindir bûn.

Bayindir û Buldan di serdanê de bi çepik, tilîlî û dirûşma “Bijî berxwedana HDP’ê” hatin pêşwazîkirin. Bayindir û Buldan li pirsgirêkên esnafan guhdar kirin. Di serdanê de piraniya esnafan ji aliyê qeyrana aboriyê ve gazindên xwe anîn ziman û bal kişandin ser hilbijartinên ku nêz dibin û destnîşan kirin ku yekanê hêviya wan HDP ye û ew ê desthilatdariya AKP’ê bişînin.

Serdana wan li Kolana Hezexê dest pê kir, girîna kesekî 70 salî ku Buldan silav da, bal kişand. Esnafekî ciwan ku pirsgirêkên xwe ji Buldan û Bayindirê re got, diyar kir ku krîza aborî ku kûr bûye, esnaf xistiye nav zehmetiyê û got: “Krîza aboriyê her ku diçe kûrtir dibe, divê çareseriyek bê dîtin. Li her derê zext hene. Xwezaya me talan dikin, darên me dibirin. Divê desthilatdarî bê guhertin. Kî çi bêje bila bêje HDP’ê vîna me ye. “

Ciwanekî din anî ziman ku muxalefet û siyaseta ku HDP’ê dimeşîne heviyê dide gel û got: “HDP’ê li der derê û li her qadê têdikoşe. Bersiva hemû êrîşan dide. Em bi HDP’ê re serbilind in. Em heta dawî li gel HDP’ ne. Tişta ku bikeve ser milê me, em amade ne ku bikin.”

Di dema serdanê de esnafekî diyar kir ku ew çareseriyê di HDP’ê de dibînin û wiha got: “Yên ku HDP’ê muxatab negrin, em jî wan muxatap nagrin.”

BULDAN: EM Ê WAN BIŞÎNIN

Her wiha Pervîn Buldan jî destnîşan kir ku kesên ku Kurdan înkar bikin wê têk biçin û wiha dewam kir: “Kesên ku me înkar bikin wê herin. Ger AKP Kurdan înkar bike, wê here, rêyek din tineye. Em ê wan têk bibin.”

Buldan û Bayindir timî serdanê de bi ciwanan re nîqaş kirin, pirsgirêk û daxwazên wan guhdar kirin.

Buldan û Bayindir piştî serdanê çûn Rêxistina HDP’ê ya Cizirê.