Bûldan: Yên ku li Roboskî komkujî kirin, terorîst in

Kesên ku li Roboskiyê hatin kuştin di salvegera 9'emîn de hatin bîranîn. Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan li merasîmê axivî û got, "Eger dixwazin li kujer û terorîstan bigerin bila li wan kesan binerin ku li Roboskî komkujî kirin."

Qurbaniyên Komkujiya Roboskî di salvegera 9'emîn de li ser gora xwe ya li Roboskiyê hatin bîranîn. Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan, Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ûgûrlû, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokên DBP'ê Salîha Aydenîz, Keskîn Bayindir, Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, endamên Meclîsa Partiyê û Desteya Rêveberiya Navendî, parlamenter Alîcan Onlu, Feleknas Ûca, Hasan Ozguneş, Huseyîn Kaçmaz, Kemal Bulbul, Nûran Îmîr, Sezaî Temellî, Tayyîp Temel jî tevlî merasîmê bûn. Bi navê malbatên Roboskî Zekî Tosûn axivî.

'NE QEZA BÛ, KOMKUJÎ BÛ'

Piştî Tosûn, Hevseroka HDP'ê Bûldan axivî û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.

Bûldan got, "Di ser Roboskî re 9 sal derbas bûn. Ev pêvajoya giran, ev komkujî ne tenê li vir ma, sînor derbas kir û bû êşeke giran. Bêguman ev qeza nîne. Ev yek komkujiyeke eşkere ye. Komkujiyeke welê ye ku dewletê, hikumetê bi daxwaz, bi zanebûn bombe li ser gelê Roboskî barand û komkujî kir.

Ev dîrok bi salan e ku şahidiyê ji êşên bi vî rengî re dike. Ev çiyai kevir, mirovên li vê derê bîra vê pêvajoya bi êş e. Bîra sûcên mirovahiyê yên li dijî Kurdan hatine kirine. Bîra bêhiqûqiya li Kurdan hatiye kirine. Bîra goristanên hatine xerakirin, mirovên hatine kuştin, kuştinên kiryar nediyar e. Ev çiya, ev kevir bîr, hêrs û rondikên vê êşê ne. Ev bîr bîra dîrokî ya gelê Kurd e. Em qala komkujiyeke dîrokî dikin ku wê ti carî neyê jibîrkirin û rojekê teqez hesab bê pirsîn."

Bûldan diyar kir ku rojekê wê AKP biçe û got, "Bi çûyîna AKP'ê re hikumetên nû wê dest ji vê bûyerê bernedin. Bi navê HDP'ê em careke din soz didin ku karê me ji aliyê siyasî ve heta niha kiriye em ê di heman demê de ji aliyê hiqûqî ve jî bikin. Me kêmasiyeke mezin kir û ewraq bi têrkerî neşopand. Lê em neçar in vê kêmasiyê xwe çareser bikin. Dilê kesî qebûl nake ku malbatên dilşewat van êşan bikişîne. Ji ber ku ev êş ne tenê ya van malbatan e. Ev êş di heman demê de êşa hevpar a me hemûyan e."

'YÊN KU LI TERORÎSTAN DIGERIN BILA LI KOMKUJIYA ROBOSKÎ BINERIN'

Pervîn Bûldan bi bîr xist ku rojek piştî komkujiyê di manşetên rojnameyan de wiha hatibû nivîsandin "Dewletê bombe li gelê xwe barand" û wiha dewam kir: "Erdogan ku wê demê serokwezîr bû, wiha gotibû; 'Ev dewlet bombeyan li gelê xwe naberîne'. Çima daxuyaniyeke wiha dabû? Ji bo bûyerê binixumîne, berpirsyaran biparêze. Lê belê yên ku bombe barandibûn diyar bûn, her tişt plankirî bû, tevî vê yekê bi durûtî daxuyanî dan û gotin, 'Dewlet bombeyan li gelê xwe nabarîne'. Piştre jî daxuyanî dan û diyar kir ku wê 'nehêlin ev bûyer bê nixumandin'. Ev bûyer hîn li Enqereyê li qunçikê tarî nixumandî ye.

Yên ku her rojê zilmê li van malbatan dikin, yên ku li şûna sûcdaran radibin malbatan ceza dikin, yek ji zarokên van malbatan Ferhat Encu bi salan di girtîgehê de hiştin, yên ku niha jî Velî Encu girtî dihêlin bila zanibin ku eger li vî welatî li kujerekî, li terorîtekî digerin bila li yên ku li Roboskî komkujî kirine temaşe bikin.

Lewma bi navê HDP'ê em ê ji bo pêkanîna daxwazên malbatên xwe yên dilşewat her tim hewl bidin, li gel wan bin. Bêguman berpirsyarên vê komkujiyê wê rojekê bên darizandin. Ji aliyê siyasî û hiqûqî ve çi pêwîst be em ê bikin. Em li vê derê li pêşberî malbatên xwe careke din soz didin. Em êşa we ji dil parve dikin. Careke din sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin."