Bûldan: Newroz wê bibe destpêka guherîneke mezin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li Amedê di daxuyaniya çapemeniyê ya ji bo Newrozê de axivî û got “Wê Newroz bibe destpêka guherîneke mezin.”

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li Amedê di daxuyaniya çapemeniyê ya ji bo Newrozê de axivî.

WÊ DAXWAZÊN HEVPAR WERIN DIYARKIRIN

Bûldan cangoriyên erdhejê bi bîr anî û got “Careke din ji bo hemû gelê me yên di karesata erdhejê de jiyana xwe ji dest dane rehma Xwedê dixwazim. Ji hezkiriyên wan re sersaxî û sebrê dixwazim. Ji hemû birîndarên me yên ku li nexweşxaneyan tên dermankirin jî şîfaya xêrê dixwazim.

Hevalên me di daxuyaniyê de diyar kirin ku em ê Newroza îsal bi coşeke cejnê pîroz nekin. Ez tekez dikim ku em ê ne bi coşeke cejnê, lê li gorî ruhê Newrozê pêşwazî bikin. Ji ber ku bi taybetî Newroz bi sedsalan yek ji cejnên kevnar ên gelê Kurd e li van axên qedîm, ez dixwazim bibêjim ku em ê îsal ne bi coşeke cejnê, lê ji bo ragihandina daxwazên hevpar ên gelê me, wê were kirin. Newroz di heman demê de navê berxwedana li dijî xerabî, zilm, neheqî, qedexe, îstîsmar û hemû xerabiyên li Tirkiyeyê ye. Newroz vejîna hêvî û hevdîtina bi wêrekî ye.”

PEYMANA TÊKOŞÎNA MEZIN

Civîna Newrozê ya gelan, tifaqa Newrozê wê ji bo avakirina pêşerojeke nû bibe peymaneke têkoşînê ya mezin. Di vî warîi de Newroza îsal jî ewqas girîng e. Dixwazim bibêjim ku em ê bi yekîtî û hevgirtinê bi têkoşîneke hevpar vê pêk bînin û em ji dil pê bawer in. Peyama din a ku em ê bidin jî ew e ku em ê li hev bicivin û bi tundî ji tifaqa AKP û MHP’ê re diyar bikin ku em ji hikûmetê natirsin.

DESTPÊKA GUHERÎNÊ

Em dizanin ku ev desthilatdar dijminatiya Kurdan dike, li dijî aştiyê ye, em dizanin ku desthilatdariyeke mêtinger e. Em ê qadên Newrozê yên ku sîstem nikare bi vî rengî dewam bike, careke din nîşan bidin. Ez dixwazim diyar bikim ku em ji dil bawer dikin ku têkoşîna jiyana bi rûmet wê bi ser bikeve. Em ê hêza xwe nîşan bidin ku bêguman wê pêvajoya dîrokê biguhere. Em ê vê biguherînin, em ê bi ser bikevin. Gelên Tirkiyeyê, tifaqa jinên Kurd wê teqez vê biguherînin. Newroz wê bibe destpêka guhertineke mezin. Gel biryara xwe da û biryara çareseriya demokratîk da. Nîşanên vê yekê ji aliyê me hemûyan ve tê dîtin. Dema hikûmet li vê Newrozê binêre, teqez wê ketina we bibîne. Dema hikûmet li vê Newrozê binêre wê bibîne ku guhertin dest pê kiriye, wê yekîtiya gelên Tirkiyeyê bibîne, wê tifaqa Kurdan bibîne. Ruhê Newrozê û îradeya mezin a ku wê derxe holê, wê di 14'ê Gulanê de veguhere ruhê guhertinên mezin û teqez wê welat biguherîne. Careke din bang li hemû gelên me dikim ku li qadên Newrozê bibin pêşengên guhertinê.”