Bûldan: Ne mafê Serokkomar e ku me ji welatê me biqewirîne

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li Qilabanê axivî, bal kişand ser zextên li partiya wan tê kirin û got, "Her ku ew digirin em mezin dibin, em bêhtir li hev kom dibin."

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di çarçoveya karên hilbijartinê de li Qilabanê tevlî civîna gel bû.

Bûldan diyar kir, di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de wê li Şirnexê ji her demê bêhtir dengan bigirin û got, "Li Şirnexê, di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de wê li navçe û bajarokan hemûyan encameke baş derkeve. Ji niha ve em vê yekê dibînin û pîroz dikin."

EM Ê KOMKUJIYA ROBOSKÎ TI CARÎ JI BÎR NEKIN, NEHÊLIN BÊ JIBÎRKIRIN

Bûldan anî ziman, dema ku Qilaban tê gotin komkujiya Roboskî tê bîra mirovan û got, "Heta ku kujerên Roboskî dernekevin holê birîn ti carî nayê girtin. Yên ku ew êş û birîn li me der kirin bila zanibin ku em ê komkujiya Roboskî ji bîr nekin, nehêlin bê jibîrkirin. Heta ku yên komkujî kirine neyên darizandin û berpirsyar neyên eşkerekirin, ev birîn wê ti carî neyê girtin."

Di dewama axaftina xwe de Bûldan bal kişand ser gefên Erdogan ku her roj li meydanên hilbijartinê li HDP'ê dixwe û got, "Dibêje 'Cihê HDP'iyan li vî welatî nîne, yelah biçin Kurdistana Iraqê'. 6 milyon mirov deng dide HDP'ê. HDP sêyemîn partiya herî mezin a li parlamentê ye. Weke Serokkomarekî mafê we nîne ku hûn welatiyên vî welatî ji welêt biqewirînin."

HER KU EW DIGIRIN EM MEZIN DIBE

Bûldan bi dewamî got, "Yekane partiya ku li Tirkiyeyê ji bo demokrasî û hiqûqê têdikoşe, qala aştî û azadiyê dike HDP ye. Her êrîşî me dikin, hevalên me yên siyasetê dikin digirin. Bi hezaran hevalên me dîl hatine girtin. Ji siyaseta Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tûncel, Selma Irmak ditirsin. Her ku ew me digirin em bêhtir mezin dibin, em bêhtir li hev kom dibin.

TIFAQA KURD WÊ BIDOME

Di hilbijartinê de me bi partiyên Kurdistanî re tifaq kir. Gotin ku 'Kurd nikarin bibin yek', lê em bûn yek. Me li Amedê bi partiyên Kurdan re tifaqa hilbijartinê pêk anîn. Ev tifaq wê ne tenê ji bo hilbijartinê be, heta mirinê wê ev tifaq bidome. Bendewariya gelê me, bendewariya Kurdan pêkhatina yekîtiya neteweyî ye. Bû nesîbê me ku em vê tifaqê bikin. Ev tifaq wê ti carî têk neçe, em soz didin we."