Buldan: Li qadên Newrozê vîna bi milyonan hate dîtin

Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan got AKP û çapemeniya wê ji milyonan kesên ku duh li Newrozê hatine cem hev tirsiyane.

Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan bi çarçoweya xebatên hilbijartinê li gel namzetên hevşaredariyê li navçeya Çinarê ya Amedê axivî.

'ÊŞ Û KEDERA ME YEK E'

Beriya Buldan Serokê DDKD'ê Veysî Askar axivî û got, êş û kedera wan yek e, armanca wan aştî, azadî û yekîtî ye û ew ê şaredariyê bistînin.

Serokê PDK-T'yê Mehmet Emîn Kardaş jî got, ''Bi kelecaniya  Newrozê ya duh em li vir in. 31'ê Adarê di hilbijartina xwecih de bi namzet û gelê xwe em ê bi ser bikevin.''

'EV DEWRAN WÊ BIGUHERE'

Piştre Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan axivî û got, ''Li Çinarê me tifaqeke girîng daniye. Em bi vê serbilind in. Carê digotin, Kurd nikarin bibin yek, nikarin tifaqê çêkin, va me çêkir û Çînar mînaka vê ya herî mezin e. Hûn bi nêzîkatiya AKP'ê ya li HDP'ê, ya li partiya Kurdan, jinan, kedkaran dizanin. Tayyîb beg gotiye, ''31'ê Adarê em ê dem û dewranê biguherînin''. Em ê dewrana te biguherînin. Ev 17 sal in bi derew û talanê welat rê ve birin. Helbet, ev dewran wê biguhere.''

'MEDYAYA ALÎGIR BI MILYONAN MIROV NÎŞAN NEDA'

Buldan bi domdorî got, duh li Amedê, li Newrozê nêzî 1 milyon mirov li hev kom bûne, ev ne tenê ya agirê Newrozê ye lê her wiha vîna bi milyonan e. Buldan diyar kir bi fermana Serokê AKP'ê Recep Tayyîp ti çapemeniya AKP'ê Newroz nedaye û domand, ''Duh li Wan, Amed, Mêrdîn, Izmîrê bi milyonan mirov hatin cem hev û gotin, ''azadî''. Daxwazên duh ên gelê me girîng bûn û peyam dane Enqerê. Daxwazên, 'em aştiyê, azadiyê, demokrasiyê, dadê dixwazin, 'tecrîdê naxwazin'' derketin pêş.'

Her kesî slav li Leyla Guven kir. Guven ev 135 roj in bedena xwe daye ber birçîbûnê. Çalakiya Leyla Guven pêl bi pêl berbelav bû. Mafê Ocalan heye ku weke  hemû girtiyan malbat û parêzerên xwe bibîne. Hûn yasayên xwe bi cih nayînin. Hûn sûc dikin.''

'EM YEKÎTIYA KURDAN 31'Ê ADARÊ NÎŞAN BIDIN'

Buldan bi berdewamî wiha axivî: ''31'ê Adarê dema wê ye ku em ji AKP'ê hesab bixwazin. Av û agir radize lê AKP ranaze, ji bo vê jî divê em li sendoqên xwe xwedî derkevin û bi dengekî zêde bi ser bikevin. Em dersa herî mezin li Çinarê bidin wan. Bila fêhm bikin ku Kurd bûne yek.''

Herî dawî ji bo mîtînga 29'ê Adarê ya HDP'ê ya li Amedê bang hate kirin.