Bûldan: Her kes ji bo ji AKP'ê rizgar be li benda 31 Adarê ye

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan got, "Her kes ji bo ji AKP'ê xilas bibe li benda 31’ê Adarê ye." Bûldan diyar kir ku divê demildest dawî li tecrîdê bê anîn û jiyana Leyla Guven bê parastin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di çarçoveya xebatên partiya xwe de yên hilbijartinê li navçeya Elbak a Wanê tevlî civîna gel bû. Di civînê de ji pêkhateyên Tifaqa Kurdistanî, serokê giştî yê ÎOP’ê Mehmet Kamaç, serokê giştî yê PDK-T’ê Sertaç Bucak, ji PDK-T'ê Bora Balîn amade bûn. 

Hevserokên HDP ên Wanê Yadişen Karabulak, Umit Dede, hevserokên DBP’ê yên bajêr Ayla Tarhan, Okkeş Kawa, namzewên hevşaredariya bajarê mezin Bedia Ozgokçe Ertan, Mustafa Avcı, parlamenterê Wanê Muazzez Orhan, Murat Sarisaç, namzewên hevşaredariyê yên Elbakê Şengul Polat, Erkan Acar, nûnerên KCD’ê û gel beşdar bû. 

QAD TIJÎ BÛ Û GEL GOVEND GERAND

Bûldan û şandeya pê re, di ketina navçeya Elbakê ya Wanê de, ji aliyê parlementer, namzetên hevşaredariyan, rêveber û endamên HDP’ê û DBP’ê ve hatin pêşwazîkirin. Bûldan û şandeya pê re li ser rê gel silav kirin. Gel bi coş û moralek mezin Qada Cumhuriyetê tije kirin. Gel bê navber li ber stranên HDP’ê govend gerandin û fîtîk berz kirin. Namzetên hevşaredariya Elbakê Şengul Polat û Erkan Acar gel silav kirin û Bûldan ji gel re axivî kir. 

'EM Ê QEZENC BIKIN'

Bûldan, bal kişand ser gera xwe ya Botan, Colem êrg û Geverê û wiha axivî: “Berî ku em ji vê derê herin, me xwest em Elbakê bê silav nehêlin. Hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê pir girîng e. Bi bendan dixwazin hevdîtina me ya bi gel re asteng bikin. Divê hilbijartinê de, em ê hemû bendan derbas kirin û wisan herin hilbijartina 31’ê Adarê. Li hemû cihan, li pêşiya me bendan datînin. Bila danin, bi xwewê em ê qezenc bikin. Wê qet nekarin pêşiya vê yekê bigirin.” 

'GEL DIXWAZE JI AKP'Ê RIZGAR BIBE' 

Bûldan, da zanîn ku gel ji bo ku ji AKP’ê xilas bibe, li benda 31’ê Adarê ye û wiha pêde çû: “Şaredariya Elbakê ya me bû. Qeyûm tayînê vê derê jî kirin. Qeyûm tayînê Wan û hemû navçeyên wê kirin. Van qeyûman, xwestin hemû nirxên gelê Kurd ser û bin bikin û bi hezaran karkerên şaredariya Wanê ji kar avêtin. Bakir Kaya girtin. Lewre dizanîn wê HDP li Wan û hemû navçeyên wê qezenc bike. Namezetên hevşaredariyên me ji bo ku qeyûman paşve bişînin Enqerê, wan şaredariyan dîsan bikin şaredariyên we, ketine rê.” 

'DIVÊ LEYLA GUVEN BIJÎ'

Bûldan, çalakiya greva birçîbûnê jî nirxand û wiha pê de çû: “Tenê daxwazeke hevalên me heye. Dixwazin Birêz Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne. Divê ev daxwaz bê qebûlkirin. Divê Wezareta Dawê, qanûnên derxistine pêk bîne. Em xwedî daxwazên hevalên me yên di greva birçîbûnê dene derdikevin. Divê tecrîd rabe. Leyla Guven bijî û grevên birçîbûnê bi dawî bibin.”

Bûldan di dawiya axaftina xwe de ev peyam dan: “Em baş dizanîn ku Elbakê di hemû hilbijartinan de, dengek bilind daye partiya xwe. Di vê hilbijartinê de jî, wê ji sedî 90 neyê xwarê. Em ê bi hevre îmzeya ji sedî 90 bavêjin û ev serketin wêk serkeftina gelê Elbakê be.”

Bûldan û şandeya pê re, piştî hevdîtina gel a li Elbakê, ji bo biçin Westanê, ketin rê.