Bûldan: HDP wê namzeta/ê xwe diyar bike!

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan li Îdirê di kongreya partiya xwe de careke din destnîşan kir ku HDP wê tevî hevalbendên xwe namzeta/ê xwe diyar bike.

Rêxistina Îdirê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kongreya xwe ya 4'emîn a asayî lidar xist.

Salona kongreyê bi alên partiyê hate xemilandin. Kongre bi tevlîbûneke xurt pêk hat.

Piştî hilbijartina endamên dîwanê, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan axivî.

Bûldan bi taybetî li ser nîqaşên têkildarî tifaqê û namzeta/ê xwe yê Serokkomariyê axivî.

Bûldan got, "Bala her kesî li ser HDP'ê ye. Dibêjin gelo wê namzeta/ê xwe diyar bike yan na? Wê piştgiriyê bide Tifaqa Millet an na? Stratejiya HDP'ê wê mîna ya hilbijartinên xwecihî be yan xwedî armanceke nû ye? Wê stratejiyeke nû diyar bike?"

Bûldan got, "Bala her kesî li ser me ye" û wiha dewam kir, "Min doh li Qersê daxuyaniyek da. Min got, HDP wê namzeta/ê xwe eşkere bike û bi vî rengî tevlî hilbijartinê bibe. Ji doh ve yekane meseleya ku tê nîqaşkirin ew e ku HDP wê namzeta/ê xwe diyar bike yan na. HDP çima namzetekê/î ji xwe re diyar neke? Çi ferqa HDP'ê ji we heye? Gelo HDP li vî welatî îrade nîne? HDP partiyeke siyasî nîne? Mafê xwe heye ku tevlî hilbijartinê bibe yan na? Xwedî wê îradeyê nîne ku vî welatî biguherîne? Li gel van hemûyan careke din dixwazim bibêjim ku HDP wê tevî hevalbendên xwe namzeta/ê xwe diyar bike. Tevî Tifaqa Ked û Azadiyê, Tifaqa Jinê, Tifaqa Kurd û hêzên demokrasiyê HDP wê namzetekê/î destnîşan bike. Bêguman ev yek wê armancê hin kesan, stratejiya wan têk bibe. Dixwazim vê yekê bi taybetî bibêjim; yên ku girtîgehê û goristanê li gelê Kurd û dostên wan ferz dikin, wê têk biçin."

Piştî axaftinan di kongreyê de hilbijartin hate kirin û Kader Oner û Parêzer Yaşar Kalmiş ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin.