Bûldan: Em deyndarin ku hevrêyên xwe bidin jiyîn

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan piştî Çinarê derbasî Erxen yê bû û coş hate pêşwazîkirin. Bûldan bal kişand ser grevên biçîbûnê û got: “Em deyndarin ku hevrêyên xwe bidin jiyîn. Em soz didin dayikên xwe.”

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û Serokê Giştî yê PÎA Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê PDK-T Mehmet Emîn Kardaş, Cîgirê Serokê Giştî yê DDKD’ê Veysî Askar, parlamenterên HDP’ê yên Amedê Salîha Aydenîz û Semra Guzel, Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Selçûk Mizrakli û yên li gel wan di çarçoveya xebatên hilbijartina xwecîhî de li Navçeya Çinarê ya Amedê hevdîtina gel pêk anîn.

Bûldan û heyeta pê re di têketina Çinarê de ji aliyê Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Çinarê Necla Tamrîş û Bedrî Kaya û gel ve hatin pêşwazîkirin. Piştre heyet bi karwanê wesayîtan çû qada hevdîtinê û li vir gel silav kirin. Li ber def û zirnê govend hat gerandin û welatiyan ji HDP’ê re kêfxweşiya xwe dan nîşandan.

Piştî Namzetên Hevşaredariya Çinarê Necla Tamrîş û Bedrî Kaya gel silav kirin, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî derket ser otobusê û axivî. Bûldan gel silav kir û ji ber beşdariya jinan tevlîbûna şahiyê kêfxweşiya xwe anî ziman.

‘WÊ DU ÇINAR BI HEV RE BI SER BIKEVIN’

Bûldan da zanîn ku wan li Çinarê îtîfaqek girîng pêk anîne û got: “Em ji vê îtîfaqê gellek bextewarin. Digotin kurd nikarin werin cem hev û îtîfaqê li dar bixin. Va em li gel hev in. Çinar mînaka vê yekê a xweşik e. Niha du çinar hene, Yek Çinara Amedê û yek jî çinara HDP’ê. Wê ev her du çinar bi hev re bi ser bikevin.”

‘GEL ÇEKÊ NIVÎSANDIYE WÊ DI 31’Ê ADARÊ DE BIDINÊ’

Bûldan destnîşan kir ku ew nêzîkatiya AKP’ê ya li dijî partiyên kurd dizanin û domand: “Tayyîp beg duh gotiye em ê di 31’ê Adarê de dewranê biguherînin. Rat gotiye. Wê di 31’ê Adarê de dewrana te biqede. Ne bi zanebûn be jî carna gotinên rast dibêje. Helbet wê ev dewran biguhere. Gel çeka te nivîsandiye. Wê di 31’ê Adarê de vê çekî bide te.”

‘BI MILYONAN ÎNSAN NEDÎTIN’

Bûldan bal kişand ser pîrozbahiyên Newrozê yên duh hatin lidarxistin û wiha got: “Di Newroza Amedê nêzî milyonek însan hat gel hev. Li ber geşkirina agirê Newrozê îradeya gelê kurd bilind bû. Ancak medya alîger li ser fermana Tayyîp beg duh cih neda pîrozbahiyên Newrozê. Wan milyonan nedîtin. Daxwaza milyonan nedîtin. Heke milyonek morî jî bihatina gel wê hêjayî nûçe çêkirinê bûya. Lê milyonek însan tê gel hev hewcehî pê nabînin ku bikin nûçe û ragihînin. Çimkî ew wêrekiya wan ku ragihînin nîne. Çimkî wan digot ‘kurd qediyan, HDP qediya, êdî nikarin bînin gel hev.’ Ancak duh li Amed, Wan, Îzmîr, Êlih, Mêrdîn û gellek navendên din bi milyonan însan hat gel hev. Daxwazên xwe yên aştî û azadiyê carek din anî nziman. Daxwazên gelê me yên duh pirr girîng bûn. Gel carek din nîşanî Enqereyê da ku neqediyane. Daxwazên em tecrîdê naxwazin, azadî, aştî û edaletê derketin pêş.”

‘DAXWAZAN QEBÛL BIKIN’

Bûldan bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û got: “Daxwaza Leylayê û çalakgerên din bi milyonan qîr kir û anîn ziman. Em carek din dibêjin mafê birêz Ocalan jî heye ku wek her girtiyek dikaribe bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Astengkirina vê yekê sûc e. Daxwazan qebûl bikin.”

‘DIVÊ DERSA HERÎ BAŞ ÇINAR BIDE WAN’

Bûldan bertek nîşanî gef û gotinên li dijî partiya wan, wekîl û namzetên wan û wiha got: “Tenê tiştek di destê wan de maye ew jî hedef nîşandina HDP’ê ye. Wadek nedane Tirkiyeyê, tenê wadê ‘HDP terorîst e’ didin Tirkiyeyê. Tenê tiştek di destê wan de maye partiya me reş dikin. Îro zîhniyetek ku gelên Tirkiyeyê li hember kirine dijmin heye. Bawer bikin heke ji destê wan were wê masiyên Çemê Dîcleyê jî li hember hev bikin dijmin. Lê em ji bo bi biratî li vî welatî bijîn di nava hewldanan de ne. Her tim me milê xwe xistiye bin bar û em ê bixin bin vî barî. Dîroka 31’ê Adarê roja dersdayîna AKP’ê ye. Em xwedî li sindoqên xwe derkevin. Divê em li Çinarê rêjeyek bilind bistînin. Pêwîste dersa herî baş em li Çinarê bidin wan.”

Bûldan û heyeta pê re piştî Çinarê derbasî navçeya Erxenî ya Amedê bûn.