Bûldan çû serdana Leyla Guven a ku 145 roj in di greva birçîbûnê de ye

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan çû serdana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û parlementerên HDP’ê yên di greva birçîbûnê de ne.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan çû serdana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 145 roj in di greva birçîbûnê de ye. Hevşaredarên bajarê mezin ên Amedê Selçûk Mizrakli û Hulya Alokmen Uyanik jî tevlî Bûldan çûn serdanê.

Bûldan piştre jî li avahiya HDP’ê ya bajêr a Amedê çû serdana parlementerên HDP’ê Dêrsim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç ên ku di greva birçîbûnê de ne.