Bûdak: Mexmûr ev 28 sal in di nava berxwedaneke bêhempa de ye

Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Fîlîz Bûdak anî ziman ku NY’ê statuya penaberên siyasî daye şêniyên Mexmûrê lê niha jî erk û berpirsyartiya xwe ya parastinê bi cih nayîne û got: “Armanca bingehîn a dewleta Tirk belavkirina civaka Mexmûrê ye.”

Di van demên dawî de êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên bi hevkariya PDK’ê li ser Rojavayê Kurdistanê, Şengalê û Mexmûrê zêde bûne. Dewleta faşîst a ku ji bêdengiya Neteweyên Yekbûyî (NY), hikûmeta Iraqê û saziyên mafên mirovan a li hemberî kiryarên xwe hêz digire, her roj axa gelê Kurd bombaran dike. Têkildarî armanca van êrîşên li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku ji roja penaberbûyîn ve heta niha êrîş li ser tên kirin, bêdengiya NY, hikûmeta Iraqê û saziyên mafên mirovan û helwest û sekna Şêniyên Mexmûrê ya li hemberî êrîşan, Hevseroka Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê Fîlîz Bûdak ji ajansa me re axivî.

‘VÎ GELÎ SEPANDINÊN DEWLETA TIRK QEBÛL NEKIR’

Bûdak di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku gelê Mexmûrê di salên 1990-1994’an de ji ber xwe radest nekirin û cerdevantî qebûl nekiribûn, ketin ser rêya penabertiyê û got : “Vî gelê ku zilm û dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Kurdistanê qebûl nekiriye, ev 28 sal in di nava berxwedanek bêhempa de ye. Armanca bingehîn a dewleta Tirk belavkirina vê civakê ye ku dikare bêyî hêzek dagirker xwe li ser lingan bigre û derb li berxwedana 28 salan bide. Vî gelî sepandinên dewleta Tirk yên ku digotin hûnê li dijî Tevgera Azadiyê şer bikin û hûnê bibin ajan, qebûl nekir. Ev yek jî armancek bingehîn di dewleta Tirk de ava kir ku xwest vê civakê belav bike. Li ser vê berxwedana ku gelê Wargehê ji salên 1994’an ve li hemberî hemû kiryarên dewleta Tirk nîşan dike, tirsek xistiye dilê dewleta Tirk ku bi hincet û derewên ku tu têkiliya xwe bi rastiyê re nîne, dixwaze vê wargehê belav bike. Lê em baş dizanin ya ku dibe sedem dewleta Tirk dixwaze vî gelî belav bike, sekna vî gelî ya polîtîk ya di nasnameya Kurdê azad û ya bi Tevgera Azadiyê de ye.”

‘JI 2014’AN Û PÊ VE HEBÛNA NY’Ê TENÊ JI TENÊ AVAHIYEKE VALA YE’

Bûdak anîn ziman ku Mexmûr xwedî statuyek a penaberên siyasî ye, ev statu ji aliyê NY’ê ve hatiye dayîn û wiha axivî: “Bi cihbûna gel ya li Mexmûrê li ser erêkirina NY û komara Iraqê ya berê fermî ye. Ev êrîşane li ser xaka Iraqê jî tên pêkanîn, bi van êrîşan binpêkirina serwerî, maf û hîqûqa hikûmeta Iraqê heye. Li vir erk û berpirsyartiya hikûmeta Iraqê di asta yekem de ye. Bi ruxmê ev qas êrîşên ku tê de hemwelatiyên me birîndar û şehîd bûn, me gelek caran bangawazî li hikûmeta Iraqê kiriye. Tenê bi daxuyanî û raporeke encama wê nediyar re sînordar maye. Hinek caran jî tenê bi telefonekê sînordar maye. Bertek ne nîşandana hikûmeta Iraqê ya ji dewleta Tirk re, destê dewleta Tirk xurt dike. Wekî Meclîsa Gel a wargehê me bi caran li ser van bûyeran bi hikûmeta Iraqê re hevdîtin pêkanîne. Wan bi xwe jî bi çavê xwe dîtiye ku wargeh çawa hatiye bombarankirin, bi xwe hatine serdana malbatên welatiyên ku di êrîşan de şehîd ketine. Tevî vê yekê jî bertekekê ku bikare van kiryarên dewleta Tirk bide sekinandin, pêk nehatiye. Bi rêya herî hêsan jî dikare qada hewayî ya Iraqê ji dewleta Tirk re bigire. Li aliyê din jî NY ji parastina can û malê vê civakê berpirsyar e. Lê ji 2014’an heta niha hebûna NY’ê tenê ji avahiyek vala îbaret e. NY ku li ser parastina gelê Mexmûrê sond xwariye, erkê xwe yê parastinê bi cih nayîne. Dibe bi awayek fermî nebe, lê destê xwe ji vê wargehê qut kiriye. Vê çaxê diyar dibe ku li vê derê hevkariyek heye, erêkirina van êrîşên dewleta Tirk ên li sev vê civakê hem ji aliyê NY’ê ve û hem jî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve heye.” 

‘MAYÎNA LI MEXMÛRÊ Û XWERADESTNEKIRIN JÎ TÊKOŞÎNEK E’

Bûdak di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ku li beramberî van kiryaran ev 28 sal in gelê Mexmûrê bi çand, ziman û berxwedanê xwe diparêze wiha dom kir: “Zarokên xwe giştî bi zimanê Kurdî dane xwendin û ev jî li hemberî dewletên dagirker şêwazeke têkoşînê ye. Mayîna li Mexmûrê û xweradestnekirina ji bo dewleta Tirk bi xwe têkoşînek e.

Li Mexmûrê mayîn û xwe radestnekirina dewleta Tirk têkoşînek e. Cihê ku tê bombarankirin ji 7 salî heya 70 salî, hemû kes ber bi cihê bûyerê ve dibezin, ev seknek û peyamek e. Agir bi erebeyêve ket hemû kesan bi kulma destê xwe ax diavêt erebeyê ji bo ku agir vemirîne. Her car gelê Mexmûr dibêje madem ku êrîş li ser pergala neteweya demokratîk a ku fikrê Rêber Apo ye, wê demê xurtkirina wê pergalê erka me ya bingehîn e.” 

Her wiha Bûdak di dawiya axaftina xwe de ev bangewazî kir: “Banga me ji bo gelê Kurd û kesê xwedî wijdan ew e ku bila werin em li ser xalên parastina ekolojiyê, azadiya jinê û civaka demokratîk em bigihin hev ku em bikarin di Rojhilata Navîn de projeya wan pûç bikin. Em bikaribin di Rojhilata Navîn de aramî, azadî û wekheviyê bînin. Bêguman ji bo ku ev jî pêk were divê deriyê Îmralî bê vekirin, ji ber ku yê ku bikare Rojhilata Navîn ji vê qeyran û krîza heyî xilas bike Rêbertî ye. Encax em bi vê şêwazê dikarin pêşî li kiryarên netewdewletên kedxwar bigirin.”