Bû parçeyek ji welatê xwe

Gerîla Şerzan Kato ku ji bo hilanîna tola gelekî ku êrişên tunekirinê li ser hebû, di sala 2012'an de tevlî nava refên gerîla bû, sala 2019'an li Botanê şehîd bû.

Kurdistan erdnîgariyeke welê ye ku bi sedan salan zaliman zilm lê kiriye, lê ti carî serî li ber dijmin netewandiye. Zarokên li Kurdistanê bi rastiya zilma dijmin û destanên lehengên Kurd ên li dijî vê zilmê şer dikin, mezin dibin. Li Kurdistanê zarok zû mezin dibin. Ji ber ku li pêşberî rastiya dijmin zû têdigihêjin û tevlî çîrokên lehengiyê dibin. Yek ji wan jî Şerzan Kato ye. Li Kurdistanê dîrokek heye ku teslîm nabe. Her kes dibe parçeyek ji welatê xwe...

Mazlûm Dûman (Şerzan Kato) ku bi êşa welatekî li ber tunekirinê mezin bû, sala 1993'an li Şirnexê ji dayik bû. Ji ber ku dewleta Tirk a faşîst gund şewitand û talan kir, tevî malbata xwe bar kir Mêrdînê. Mazlûm Dûman her tim bi hestên welatparêziyê tevlî çalakiyan bû piştî ku kekê wî ji aliyê hêzên faşîst ve hate girtin, ji bo karibe li dijî zilma li gelê Kurd tê kirin şerekî mezintir bimeşîne, sala 2012'an tevlî nava refên gerîla bû. Bi hestên xurt ên tolhildanê, bi çeka xwe dest bi berxwedaneke mezin kir li dijî dijmin.

Navê Şerzan Kato li xwe kir û ji bo bi hestê tolhildanê li çiyayên azad li dijî dijmin şer bike, tevlî nava jiyana gerîla bû. Mazlûm Dûman ji bo xwe kir pîvanek ku di her kar û wezîfeyê de timî li pêş be. Bi taybetmendiyên xwe yên fedakar û wêrek dihate naskirin. Ji bo ku di bîrdoziyê de xwe kûr bike piranî dema xwe bi xwendina pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derbas kir. Gerîla Şerzan Kato ku ji bo hilanîna tola gelekî ku êrişên tunekirinê li ser hebû, di sala 2012'an de tevlî nava refên gerîla bû, sala 2019'an li Botanê şehîd bû.