BI DÎMEN

Botan: Tirkiye naxwaze DAIŞ biqede, êrîşî Kurdan dike

Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan diyar kir ku Tirkiye êrîşî cihên DAIŞ lê lewazbûye dike û got armanca vê yekê jî xurtkirina çeteyan e.

Balafirên şer ên TSK’ê di berbanga sibehê di 25'ê Nîsana 2017'an de, bi 26 balafirên şer di saet  02:00 de herêma Rojava û Şengal bombe kir. Di encama êrîşan 20 şervanên YPG’ê şehîd ketin û 18 şervanan jî birîndarbûn. Her wiha di encama êrîşan de li Şengalê jî  5 pêşmerge jiyana xwe ji dest dan û gelek jî birîndar bûn. Dîsan şervanek YBŞ'ê û sivîlelek jî birîndar bûn. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Lezgîn Botan li ser êrîşên TSK’ê yên li ser herêma Rojava û Şengalê axivî û diyar kir ku Tirkiye di 16’ê Nîsanê de bi referandûmek hîle û sextekarî derbas kir û da zanîn ku li Kurdistanê polîtîkayên du salan ên wêran kirine têkçûn.  Botan got ku ji bo Tirkiye qelsî û binketina xwe di hişê gelên Tirkiyeyê de bidin jibîr kirin bi 26 balefiran êrîşî xaka Rojava û Şengalê kir.

‘JI BO QELSIYÊN XWE, ÊRÎŞÎ ROJAVA Û ŞENGALÊ KIRIN’

Botan di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji gelê Rojava û Şengalê xwest û wiha axivî: “Êrişên hêzên Tirk ên vê demê gelek watedarin. Tirkiye di 16’ê Nîsanê de bi referandûmek hîle û sextekarî derbas kir. Li Kurdistanê polîtîkayên du salan ên wêran kirine têkçûn. Hevkariya AKP/MHP, Ergenekon û dewleta kûr ji binî de li Kurdistanê têkçû û negiha armanca xwe. AKP’ê referandûm dibin siya çek û zordariyê de derbaskir lê dîsan jî bi serneket. Ji bo Tirkiye qelsî û binketina xwe di hişê gelên Tirkiyeyê de bidin jibîr kirin duh danê sibehê bi 26 balefiran êrîşî xaka Rojava û Şengalê kir. AKP’ê dît pargala nîjadperest a dixwest li Rojhilata Navîn bide rûnişkandin têk diçe û çeteyên DAIŞ’ê tine dibe, di berbanga sibehê êrîşên herêmên Kurdan kirin. Hêvî û xeyalên AKP û Erdogan di destpêkê li Kobanê û Şengalê hatin şikandin, niha jî van herêman ji bo xwe dikin hedef. Cihên herî zêde DAIŞ’ê derbeyên giran xwarin Kobanê û Şengal bû, ji bo ku DAIŞ li van hêrêman lewaz nebe û hebûna xwe bide meşandin, Tirkiyê jî êrîş kir.”

‘DIXWAZIN RUH Û KOKA KURDEWARIYÊ VEMIRINÎN

Botan da zanîn ku ji bo Tirkiye koka sereke ya Kurdan vemirîne êrîşî Şengalê kir û wiha pê de çû: “Tirkiye bi êrîşên xwe yên li ser Şengalê dixwaze ruh û koka Kurdewariyê vemirîne. Pir balkêşe ku Tirkiye tenê êrîşî cihên ku DAIŞ’ê têkçûye dike. Ev tê wateya ku Tirkiye naxwaze DAIŞ tine bibe û berovajiyê vê yekê wan ji nûve bi hêz bike. Tirkiye rasteqîn niha piştevaniya xwe ya DAIŞ û El Nûsra dike. Êrîşên li dijî Rojava û Şengalê ji bo gelên Tirkiyê rûreşiyeke û hem jî dê encamaên xwe yên navneteweyî jî gelek hişk derxe holê. Weke tê zanîn duh bi biryarekê Meclîsa Ewropayê, Tirkiye xistiye dibin çavdêriyê. Polîtîkayên Tirkiyeyê yên nîjadperest û qirêj welat ber bi kaos û windabûnek mezin ve dibe. Êrîşên li dijî Şengal, Rojava û Bakur gav bi gav necariya Tirkiyê derdixe li ber çavan. Ev jî hişlweşandin AKP û Erdogan e.”

‘CIHÊ BARZANÎ NE LI BA AKP’Ê YE, DIVÊ LI BA KURDAN BE’

Botan bal kişand li ser Têkiliya AKP û PDK’ê jî wiha domkir: “Têkiliya AKP û PDK’ê îtifaqekî sûnî ye. Ev eniya sûnî ya di sala 2011’an de li Rojhilata Navîn hate damezirandin. PDK polîtîkya xwe ya sereke bi vê dispêre eniya sûnî. Niha li Rojhilata Navîn eniya sûnî têkçû û hilweşiya. Êdî ti hêvî û baweriya Erdogan jî bi vê eniytê nemaye. Divê Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî ji êdî dest ji vê îtifaqa mirî berde û li paş xwe vegere. Berjewendiyê Barzanî û PDK’ê ne bi AKP yan jî bi Erdogan re ye. Karê Kurdan bi kesên dagirker re tineye. Divê demê de pêdiviya Kurdan bi Kurdan heye. Gelên Kurdistanê piştevaniya rêxistinên Kurdan divê ne ku riya îxanetê. Êdî aşkera ye, em nizanîn AKP’ê çi di guhê Barzanî de bang daye.  Heger daxwaza PDK’ê Kurdistanek azad be, bila berî her tiştî bizane ew leşkerên AKP’ê şandine herêma Beşîka ew seranser pêşî girtina Kurdan e. Em ji bira nekin ji beriya niha Erdogan digot serok eşîr û digotin heger em di wê ferqê de ban meyê li Başûr destûra herêmek serbixwe nedida û meye mudaxele kirîba. Ji bo vê yekê Barzanî ne ligel AKP’ê ye divê cihê Barzanî li gel rêxistinên Kurdan û gelên Kurdistanê be.”

‘HÊZEKÎ KURD BERPIRS DITIN NE EXLAQÎ YE’

Botan bertek nîşanî çapemeniya PDK’ê jî da û ev tişt got: “Li erdê xwîna şehîdan heye, divê demê de mirov rabe weke berpirs hêzekî Kurd nişan bide ne exlaqiye û mijara rexnê ye. Divê çapemeniya Başûr û PDK vê rastî û heqîqetê baş bibine. Ti hêz nikare bêje ji ber ku Kurd li ser axa xwe ye û axa xwe diparêze sûçdar bibine. Cihê çapeniya Kurd divê li ba gelên Kurdistanê be ne ku xizmetêji dagirkeran re bike. Divê demek ji demekê zûtir her çarparçeyên Kurdistanê li ba hev bicivin û Kongreya Neteweyî li darbixin. Em çiqas kongreyê talûq bikin em ê ewqas bên kuştin û tinekirin. Em çiqas kongreyê zû li darbixin em ê ewqas azad bibin û bi ser bikevin.”

‘XWEDÎ LI ROJAVA Û ŞENGALÊ DERKEVIN’

Botan di dawiya axaftina xwe bang li raya giştî kir ku xwedî li Rojava û Şengalê derkevin û wiha got: “Gelên Kurdistanê gelekî aştîxwaz û bi rûmet e. Ez bang li tevahiya kesên azadîxwaz û demokrasixwaz dikim ji bo êrîşên li ser Rojava û Şengalê derkevin qadan û denge xwe bilind bikin.  Xêra gelên Tirkiyê di êrîşên piştevaniya DAIŞ’ê dike de tineye. DAIŞ bira lê Kurd dijmin. Dibêjin em ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê em êrîşî Kurdan dikin. Gelo gelên Kurd çi ziyan û zerer daye civaka Tirkiyeyê? Berjewendiyên gelên Tirkiyê di êrîş, qetilkirin û qirkirina Kurdan de tineye. Pêdiviya civaka Tirkiyeyê bi têkiliyên dostane hene. Ji bo vê yekê li her aliyê welat ji bo van êrîşan dakevin qadan û dengê xwe bilind bikin.”