Bomberdûman zerarê li gel dike

Gerîlayên li herêma Zagrosê gotin, berevajî îdîayên têne kirin bomberdûmana artêşa Tirk herî zêde zerarê li gelê herêmê dike.

Bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi berfirehî dewam dike. Yek ji herêmên ku ev êrîş lê giran e, herêma Zagrosê ye. Artêşa Tirk îdîa dike ku gerîla ji ber van êrîşan bi sedan windahî dane û êdî nema dikare xwe tev bide. Me serdana gerîlayên li nêzî Gever û Çelê kirin û ev îdîa ji wan pirsî.

Gerîla Xelîl Gabar bi bîr xist ku li herêma ew lê ne beriya niha bi demeke kin artêşa Tirk derketibû operasyonê û diyar kir ku herêm nêzî Geverê ye. Xelîl Gabar got, "Îdîayên artêşa Tirk û medya wan a amûra şerê taybet rast nîne. Tevî karê xwe yê rûtîn em ji bo pêvajoya biharê amadekariyeke berfireh dikin."

HEJMARA KUŞTIYÊN XWE VEDIŞÊRIN

Ji bo dîtina gerîlayên din, em tevî Xelîl Gabar çûn serdana baregehên wan. Gerîla Zerdeşt anî ziman ku dewleta Tirk ji bo bandorê psîkolojiya gel bike timî îdîa dike ku wan bi balafiran îmha kirine û nema dikarin tevbigerin. Zerdeşt got, "Em çalakiyan dikin. Artêşa Tirk hejmara kuştiyên xwe vedişêre. Îro jî komek ji hevalên me çûn çalakiyê bikin."

Gerîla Dijwar jî bal kişande ser vê yekê: "Derewan dikin. Yên ku nikarin serê xwe ji kozikan derxînin ew bi xwe ne. Her tişt li holê ye. Bi teknîkê nikarin encamê bi dest bixin. Em li cihê xwe ne."

BOMBERDÛMAN BANDORÊ LI GEL DIKE

Piştî sohbeta xwe ya bi gerîla re, Xelîl Gabar me dibe cem topeke obusê ku li nêzî cih û warê sivîlan ketiye û neteqiya ye. Gabar destnîşan kir ku artêşa Tirk xwe ji şer vedigire, tenê bi balafirên şer û topbaranê êrîş dike û got, "Li vê herêma berfireh, derfetên zêde ji bo liv û tevgera gerîla hene. Lewma ti bandora obus û hawanan li gerîla nîne. Ev êrîş bandorê li me nake, bandorê li gelê me yê li herêmê dike. Par li vê herêmê gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan."

AMADEKARÎ

Di dema vegerê de em li yekîneyeke gerîlayên jin rast tên. Berwerlat Mazlûm anî ziman ku ew li dijî artêşa Tirk amadekariya operasyonê dikin û got, "Debara gundiyên li vê derê ev çiya ye." Berwelat Mazlûm diyar kir ku ji bo parastina ji balafirên şer tecrûbeya wan heye, lê bomberdûman xisarê dide çavkaniya debarê ya gundiyan.