Boltan: Êrîş bi zanebûn hate kirin
Nûnerê Herêma Amedê ya DÎSK Basin-Îşê Hakkî Boltan, anî ziman ku êrîşa li dijî Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bi zanebûn hate kirin, ev yek sûcekî mezin e û got divê hesab ji sûcdaran bê pirsîn.
Nûnerê Herêma Amedê ya DÎSK Basin-Îşê Hakkî Boltan, anî ziman ku êrîşa li dijî Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bi zanebûn hate kirin, ev yek sûcekî mezin e û got divê hesab ji sûcdaran bê pirsîn.
Xebatkarên Çapemeniya Azad Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ên ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji raya giştî re radigihandin, 19'ê Kanûnê li ser rêya navbera Bendava Tişrînê û bajarokê Sîrînê bi êrîşa balafirên bê mirov a biçek (SÎHA) hatin qetilkirin. Qetilkirina rojnamevanan li Kurdistan û cîhanê bû sedema nerazîbûnan. Hevrêyên Ciîhan û Nazim diyar kirin ku têkoşîna heqîqetê ya li dijî komkujiyê wê li her qadê bidome.
‘EV ÊRÎŞ BI XWESTEK Û ZANEBÛN HATIYE KIRIN’
Nûnerê Herêma Amedê ya DÎSK Basin-Îşê Hakî Boltan, der barê mijarê ji ANF'ê re axivî û got: "Ez hevrêyên me yên hatin qetilkirin Nazim û Cîhan pir baş nas dikim. Min derfet dît ku bi her duyan ra bixebitim. Nazim ji ber nûçegihaniya xwe gelek caran hate binçavkirin û girtin; Me doza wî şopand. Me şahidî ji xebat û sekna wî re kir. Gelek komkujiyên li Kurdistanê hatin kirin ji raya giştî re eşkere kir. Ji ber vê yekê gelek caran hat girtin û darizandin.
Her du hevrêyên me yên rojnamevan tenê karê xwe kirin, di çarçoveya heqîqetê de pîşeyên xwe dewam kirin. Ji ber ku bi vê rastiyê tevgeriyan, bûn hedefa dewleta Tirk. Hewl dan pêşî li karê rojnamevaniyê bigirin. Lê van zextan pêşî li Çapemeniya Azad negirt. Hevrêyên me rastî gelek zextan hatin lê heta roja ku hatin qetilkirin dev ji karê xwe bernedan. Bi nûçeyên xwe êrîşên li ser Rojava ragihandin. Hemû derew û şaşiyan vala derxistine. Ev êrîş bi xwestek û zanebûn hatiye kirin. Ji ber ku dihat zanîn ku rojnamevan in û ew wesayît wesayîta çapemeniyê bû. Ev komkujî sûcekî mezin e. Yên vî sûcî dikin divê hesab ji wan bê pirsîn. Ji bo careke din êrîşên bi vî rengî yên li hemberî rojnamevanan rû nedin, divê hesab ji sûcdaran bê pirsîn.”
‘PÊWÎSTE EM BI HEV RE LI DIJÎ VAN ÊRÎŞAN BISEKININ’
Boltan, diyar kir ku ew weke çapemeniya azad li dijî polîtîkayên înkarkirina gelê Kurd têdikoş in û got ku qetilkirina rojnamevanan sûcê mirovahiyê ye. Boltan, lêpirsînên derbarê mijarê hatine destpêkirin jî bibîr xist û ev tişt got, “Divê em vê neheqiyê ji cîhanê re ragihînin. Werin em bi hev re tevbigerin. Rojnamevanî ne sûc e, êrîşên li hemberî rojnamevanan sûc in, sûcên li dijî mirovahiyê ne. Pêwîste em bi hev re li dijî van êrîşan bisekinin."