Biryargeha Navenda Parastina Gel 'Hefteya Lehengiyê' pîroz kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel bi wesîleya 'Hefteya Lehengiyê' daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku tevgera azadiyê mîna 40 salên bihurî wê ji niha û pê ve jî serketinên mezin biafirîne.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel bi wesîleya 21-28'ê Adarê 'Hefteya Lehengiyê' daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye:

"Gelê Kurdistanê 21-28'ê Adarê weke Hefteya Lehengiyê pîroz dike. Di nava van rojan de ji kadroyên pêşeng ên tevgera me Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan û fermandarê efsanewî yê gerîlayên Kurdistanê Mahsûm Korkmaz (Egîd) şehîd bûn.

Sekna fedayî û berhemên van her du hevrêyên ku weke lehengên gelê Kurd cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de girtin, weke nîşaneya pratîkî ya sekna îdeolojîk a Rêber Apo û rastiya PKK'ê, bûye xeta bingehîn a ku şoreşa Kurdistanê gihandiye asta heyî. Hevalê Mazlûm Dogan li dijî faşîzma 1'ê Îlonê bû nîşaneya xeta berxwedanê ya li hemberî teslîmiyeta li zindanan dihate ferzkirin. Hevalê Egîd jî berxwedana zindanê gihand çiyayên Kurdistanê, 15'ê Tebaxa 1984'an ji çalakiya Şemzînan-Dihê re fermandarî kir ku weke fîşeka destpêkê tê dîtin û rêbaza şerê fedayî yê gerîlatiya Kurdistanê eşkere kir.

Ruhê fermandarî û şerker ê fermandar Egîd, gelê me yê li ber tinebûnê bû ji nû ve zindî kir û kir gelekî ku îro şer dike û li ber dijmin serî natewîne. Tevgera Azadiyê ya Kurd PKK ku bi xeta lehengê neteweyî yê gelê Kurd fermandar Egîd têdikoşe û şer dike, di sala 40'î de veguheriye têkoşîneke azadiyê ya gel.

Eger PKK veguherîbe tevgereke azadiyê ya ku timî bi pêş ve diçe, ev yek bi saya şehîdên me yên leheng bûye. Têkoşîna me ya gerîla ku bi pêşengiya fermandar Egîd dest pê kir û bi pêş ket, îro ji Derya Reş heta Şahoyê, ji Zagrosan heta Serhedê, ji Botanê heta Amanosan, ji Şengal-Mexmûrê heta Rojava bûye têkoşîneke ji rêbaza fedayî ku li çar parçeyên Kurdistanê li dijî dijminê qirker têdikoşe. Têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ne tenê ji bo Kurdistanê, her wiha ji ber têkoşîna xwe ya li dijî faşîzma AKP-MHP-DAÎŞ'ê ji bo Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê bûye hêvî.

Têkoşîna me ya azadiyê ku di sala 40'î de ye, bi keda bi hezaran şehîdên me yên leheng ên dan ser şopa Egîd bi pêş ket û xwe gihand vê astê. Sala 2018'an di qonaxa dîrokî ya têkoşîna me de ji her demê bêhtir pêwîstî bi ruhê Egîd heye. Weke şopdarên fermandarê mezin Egîd ên li ser xeta Rêber Apo, derfetên gelekî mezin hene ku bi geşkirina vî ruhî di vê demê de serketinên mezin bên bidestxistin. Têkoşîna me ya azadiyê ku bi çend kesan dest pê kir, bi deh hezaran şervanên xwe û rastiya gel a ku cihê xwe di dilê bi milyonan mirovî de girtiye, mîna dema bihurî wê ji niha û pê ve jî serketinên dîrokî bi dest bixe.

Di salvegera 32. a şehadeta wî de di şexsê hevrê Fermandarê Mezin Egîd de em bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna hemû şehîdan ditewînin û pê bawerin ku cesareta mezin û çanda leşkerî ya fermandar Egîd wê ji bo Hêzên Parastina Gel ên Kurdistanê timî bibe rêber û li ser vê bingehê em Hefteya Lehengiyê li gelê xwe, li hemû hevrêyên xwe yên li ser xeta Egîd têdikoşin pîroz dikin."