'Birîndarên Helebçeyî ji qedera xwe re hatin hiştin'

Mahmoûd: Saddam Huseyîn bi çavê dijminan li Helebçeyê dinêrî û ketina artêşa Îranê ya herêmê jî ji bo bikaranîna çeka kîmyewî hinceteke mezin pêşkêş dikir.

Balafirên artêşa Iraqê ku 16'ê Adara 1988'an saet di 11:00 de li ser bajarê Helebçeyê yê Başûrê Kurdistanê difiriyan, yek ji sûcên herî giran ên dîroka mirovahiyê kirin. Wê rojê bi çekên kîmyewî herî kêm 5 hezar Kurdên sivîl hatin ukştin û nêzî 10 hezar Helebçeyî birîndar bûn.

Rojnamevan-nivîskar Alî Mahmoûd, ku ji bo darizandina sûcên qirkirinê yên li dijî Kurdan li qada navneteweyî hewl dide, ji ANF'ê re axivî. Têkildarî Helebçeyê got, "Ji bo birînên Helebçeyê ku bi salane nekewiyane, divê karekî encamgir bê kirin."

Alî Mahmoûd diyar kir ku Helebçe li ber çavên wî mîna Hîroşîma û Nagazakî ye û got, "Divê neyê jibîrkirin, tevî rejîma Saddam yên ku artêşa Îranê xistine Helebçeyê û kirin ku şerê Îran-Iraqê bigihêje vê herêmê, di heman demê de berpirsyarên komkujiya Helebçeyê ne. Rast e, Saddam Huseyîn ji sûcên li Helebçeyê hate darizandin, hate îdamkirin. Ya ku li Helebçeyê hate kirin li gorî qanûnên Iraqê weke qirkirinê hate naskirin, lê bi dîtina min hêzên Kurd jî yên ku bûn sedema vî sûcî divê ji Helebçeyê û gelê Kurd lêborînê bixwazin."

Di vê der barê de Alî Mahmoûd wiha axivî: "Ber bi 16'ê Adara 1988'an ve PDK, YNK, Partiya Sosyalîst û Partiya Tevgera Îslamî ya Kurdistanê hêzên Îranê vexwendin Helebçeyê, bûn alîkar ku Îran vê herêmê ji destê Iraqê derxîne. Di encama vê de jî Helebçe û qada şerê Îran û Iraqê. Mînak beşek ji hêzên Îranî yên ketin Helebçeyê ser bi General Qasim Silêmanî ve bûn ku par hate kuştin. Dixwazim bêjim ku divê hêzên Kurd li xwe mikur bên ku bi vê nêzîkatiya xwe bûn sedema qirkirina li Helebçeyê, divê rastiyan bibînin."

Alî Mahmoûd anî ziman ku Saddam li dijî Helebçeyê bi hesta tolhildanê dagirtî bû û got, "Salek beriya komkujiya 16'ê Adara 1988'an, qada Kanî Eşqan a Helebçeyê ser û bin kirin û li vir gelek mirov hatin darvekirin. Berê jî ji ber bombeyên Napalmê yên sala 1974'an avêtin vê derê bi sedan kes hatibûn qetilkirin. Saddam Huseyîn bi çavê dijminan li Helebçeyê dinêrî û ketina artêşa Îranê ya vê herêmê ji bo bikaranîna çeka kîmyewî hinceteke mezin pêşkêşî wî dikir. Sedema hedefkirina Helebçeyê bi du aliyan bû; Helebçe hem ji ber xwedana xwe li ber çavê rejîma Saddam weke dijmin dihate dîtin, hem jî piştî ku Îran kete vê derê ji bo komkujiya bi çekên kîmyewî bû hincet. Lê belê weke ku min got, Helebçe beriya 16'ê Adara 1988'an timî dibû hedefa komkujiyan. Tenê wê rojê bi rengekî komî nêzî 5 hezar sivîl, extiyar, jin, zarok bi gazên kîmyewî hatin kuştin, lewma 16'ê Adarê di bîra mirovan de ma."

Bi dewamî bal kişand ser hevkariya Ewropiyan a ji bo rejîma Saddam Huseyîn û got, "Gelek şîrket hebûn ku alîkarî dan Saddam. Şîrketên Elman, Fransa, Belçîkî û Emerîkî. Lê belê pêwîstî pê nehate dîtin ku der barê ti ji wan de lêpirsîn bê destpêkirin. Mînak li hemberî şîrketên Elman 13-14 caran gilî hate kirin, lê hemû jî bêencam man. Ev dozên ku Helebçeyiyan dan destpêkirin û giliyên hatin kirin, tevî ku zêdeyî 10 sal di ser re derbas bûn bê encam man. Bêguman ev yek ji bo veşartina hevkariya bi Saddam Huseyîn re bû."

Alî Mahmoûd têkildarî darizandin û darvekirina bi lez û bez a Saddam Huseyîn got, "Me wê demê got ku divê Saddam Huseyîn neyê darvekirin. Hesabê Helebçe û Enfalê li dadgehê jê hate pirsîn. Lê gelekî hêrs bû, kir qareqar. Bi dîtina min ji bo para yên din ên di komkujiya Helebçeyê de hebû eşkere nebe, ew zû bi darve kirin. Em ji bîr dikin; Saddam Huseyîn sala 1959'an bi alîkariya DYE'yê li dijî Abdulkerîm Qasim hewldana sûîqestê kir. Her wiha ji bo hilweşandina rêveberiya Iraqê ya wê demê di salên 1963 û 1964'an de hewl da. Sala 1968'an bi alîkariya DYE'yê bû desthilatdar. Bi darekirina Saddam Huseyîn û Alî Hasan el-Mecîd (Kîmyasal Elî) re peyama 'ev mesele hate girtin' hate dayin. Bi vê darvekirinê re her kes xilas bû, bêhn hat ber dewletên rojavayî, muxalefeta Iraqê û muxalefeta Kurd. Ji ber ku kesên ku li ser biaxivin ji holê hatin rakirin. Saddam Huseyîn di her kêliyê de dikarîbû bigota ku bi piştgiriya kê ev sûc kiriye."

Alî Mahmoûd ragihand ku hewldanên ji bo darizandin şîrketên madeyên kîmyewî firotin rejîma Saddam bê encam man û got, "Lê belê ev rewş ji bo me bû tecrûbe ku karibin dosyayên nû yên gilîkirinê amade bikin. Frans van Anraaat tazmînata 25 hezar Euro ya ku divê bide mexdûrên Helebçeyê hîn nehatiye dayin. Her wiha yek ji şirîkê sûcê li Helebçeyê çend roj berê li Hollandayê wefat kir. Halbûkî xelkê Helebçeyê der barê vî kesî de dosya gilîkirinê amade kiribûn, beriya ku cezayê xwe bikişîne mir. Ne tenê sûcdarên Helebçeyê her wiha gelek sûcdarên ji qirkirina Enfalê li welatên cuda yên Ewropayê ne, li hemberî wan divê doz bên destpêkirin. Çawa ku sûcdarekî Nazî tevî temenê xwe yê dirêj ji DYE'yê tê anîn û li Elmanyayê tê darizandin, divê hevkarên Saddam Huseyîn jî yek bi yek bên darizandin û cezakirin. Sûcên li dijî Kurdan hatine kirin ne kêmî sûcên li dijî Yahûdî û Ermenane. Çawa ku sûcdarên wan sûcan hatin cezakirin, yên ku Kurd qetil kirin û bûn alîkar ji sûcdaran re divê bêceza nemînin."