Bîranînên kesayetên Başûrê Kurdistanê li gel Ocalan: Dr. Mihemed Hejar

Bi wesîleya 21’emîn salvegera Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan em ê bîranînên kesayetên ji Başûrê Kurdistanê ligel Ocalan parve bikin.

Dawiya sala 1989’an heta dawiya salên 1994’an komek ji siyasetmedar, hunermend, çalakvanên siyasî, rewşenbîr û kadroyên PKK yên Başûrê Kurdistanê serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin û ji ANF’ê re qala bîranînên xwe yên bi Ocalan re dikin.

Dr. Hejar Mihemed yek ji van kesayetan e. Mihemed li Başûrê Kurdistanê karê siyasî û rêxistinî kiriye û endamê Komeleya Rencderanî Kurdistan e. Piştre têkilî bi Partî Azadî Kurdistan re datîne. Di sala 1991 de çûye qada Serokatî (Rêber Apo) li Kampa Bekayê.

Dr. Hejar Mihemed wiha qala bîranînên xwe dike;

‘ME RÊBER APO JI DÛR VE NAS DIKIR’

“Di sala 1991’an de hinek hevalên Partiya Azadiya Kurdistanê ku şaxekî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû ku min li vir nas kir. Wê demê ez li Komeleya Rencderan bûm, ew jî şaxekî yê Çepên Kurdistanê a neteweyî bû ku di nava Yekitiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) de. Piştre ew şaxê Komeleya Rencberan nema, tenê weke YNK’ê siyaset dihate kirin. Beşek ji me weke ciwan li pey tiştên nû û baştir diketin ji bo Başûrê Kurdistanê, me dixwest ku em nêzîkî Serok Apo bibin li akademiya Mahsûm Korkmaz ya li Lubnan a Bekayê bibin. Ez gelek kêfxweş bûm ku min nêzîkî mehek û nîv li çiya li gel wan hevalan derbas kirî, hat pêşniyar kirin ku ez weke kesekî soran li Silêmaniyê ber bi Sûriye ve bi rê bikevim û ji Sûriyeyê jî biçim Libnan Bekayê, ev yek ji bo min cihekî yê keyfxweşiyê bû ji ber ku ji bo dîtina Serok Apo bû. Me Serok Apo ji dûr ve nas dikir ku bi rêya wêjeya PKK’ê bi taybetî bi lêkolîna pirtûkan û  kesayetên gelek bi bandor yên bi fikrên PKK’ê ji ber ku em jî weke şaxekî neteweya nû bûn li Başûrê Kurdistanê. 

‘CARA DESTPÊKÊ SEROKATÎ WEKE MIROVEKÎ XWEZAYÎ DIBÎNIM’

Şeva 10 – 11’ê Kanûna (Meha 12) 1991’an cara yekê me Serok Apo li avahiyek ya bajarê paytexta Sûriye dît. Ji ew koma ku em çûyîn ji bo dîtina Serok Apo tenê ez ji xelkê Başûr bûm ew ên din jî ji Bakur bûn. Ev hevdîtin ji bo min tiştekî gelek xweş û dîrokî bû ku cara yekeme Serokekî weke mirovekî xwezayî dibînim. 

'LI GEL ME SEROK APO MIROVEK ŞOREŞGER Û MEZIN BÛ'

Dema ku Serok Apo dihat bîra me weke kesekî bi heybet û mezin bû, dema ku me Serok Apo didît di şêwaz û jiyankirinê de weke mirovekî sade bû lê xwedî hişmendiyekî gelek mezin bû. Em matmayî man ku mirovekî çend sade, ciwan û zîrek bû. Wê êvarê me hinek qala rewşa Başûr û hevalên li çiya kir û piştre got hûn herin Bekayê li wir baştir hevdu nasbikin ku bi giştî dixwest tiştên nû derbarê Başûr de bizanin û gelek pirsyar li ser Başûrê Kurdistanê dihate pirskirin, rewşa (Nerîtî) Başûr çawa ne? Kesayeta jinan çawa ne? Şoreş çawa ne? Ji ber ku wê demê hêj raperîn çênebûbû, li gel me Serok kesekî gelek mezin bû ku Serok Apo mirovekî şoreşger bû di kesayeta Serok Apo de hemû taybetmendiyên serokatiyê hebû lê weke mirovekî xwezayî û sade li gel hevalan têkilî dikir. Piştî hefteyekê ku em gihiştin Bekayê Serok jî hate dewreya perwerdeya me ya Bekayê ku navê dewreya perwerdeya me Dewreya Ehmed Tekne bû, me xwest ku em di aliyê siyasî de pêşbikevîn û di aliyê leşkerî de jî hinek tecrûbeyên xwe nîşanî wan hevalan jî bikin, ji ber ku em du hevalên ji xelkê Silêmaniyê bûn ku di nava wan hevalên Kurmanc de me di beşê wergêrê de kar dikir, ji ber ku tecrubeyên me yên wergêra wêjeya Erebî û Soranî hebû. Cihê me nêzîkî qadekî ya lehîstinê bû her êvarî Serok Apo dihat li gel me werzîş dikir û di got bila hevalên beşê wergêranê jî bên.

Du meh yan sê mehan her roj yan jî rojekê Serok wane dida hemû hevalan ku derbarê hemû pirsên siyasî de diaxivîn, hinek kes jî di got ku Serok Kurdî nizane lê ev yek ne rast bû, Serok bi Kurdî bi kurmancî perwerde dida û hinek peyvên soranî jî bi kar dianî. Serok Apo weke mamostayek li ser me dirawesta ku çawan bikarin di aliyê siyasî de bi hêz bibin, min hemû rojan ew mijarên ku Serok Apo qala wan dikir digirt û li ser min bandor dikir. Serok bi giştî di got ez ji gotinên xwe yên ku girêdayî Başûrê Kurdistanê berpirs im bi giştî di got em hemû li Başûrê Kurdistanê divê xelk neteweyî be, ne girînge ku ji kijan partiyê bi, ne şert e ku her kesek PKK’e bi ji ber ku jiyana di nav PKK’ê de jiyanekî Rahîbê dêrê de ye, ji ber ku hemû jiyana xwe ji bo şoreşê vediqetîne. Ji bo me zehmet bû ku tevlî şoreşekî bê hevsergîrî û ne jî ti têkiliyên din hebe ji ber ku tenê têkiliyên siyasî yên hevaltî heye, ev yek jî ji bo me zehmet bû ji ber ku mejiyê me ewqasî têgihiştibû.

BANDORIYA RÊBER APO LI SER HEMÛ TIŞTAN HEBÛ

Bandoriya Serok li ser hemû tiştan hebû li ser nan xwarin, li ser hemû waneyan ku hemû jiyana serok perwerdeyek bû ji bo hemû hevalan weke nimune; digot dema ku hûn nexweş bin tevlî perwerdeyê nebin ji ber ku dema tu dikuxî bala hemû hevalan diçe ser kuxînê weke ku di şer de jî deng dibe sedemê şehîdbûna hevalekî. Ligel hemû hevalan jî bi awayekî asayî dilîst û li ser her mijarekê nirxandin dikir, digot her tiştê ku heye bêjin ti tiştên veşartî nîne di nava partiya me de.

Mirov weke hebûnekê her tim ji tiştên nû hez dike, naskirina me ji PKK’ê re tiştekî nû bû em jî ciwan bûn ku me hez dikir Serok Apo nas bikin ji ber ku ew yek ji damezrênerê PKK’ê bû. PKK’e ji bo me tiştekî mezin bû ji ber ku piştî têkçûna wan hemû şoreşên li her çar parçeyên Kurdistanê karî PKK’ê damezirîne. Hişmendiya me li gorî temenê me bû, ji bo me ku fikrekî netewî naskirin di çarçoveya rêxistinekî bi navê PKK’ê de tiştekî nû bû. Ew wêje û gotinê Serok wisan kir ku em PKK’ê nas bikin, dema ku me Serok ji nêzîk ve nas kir zêdetir hezkirina min ji tevgerê re çêbû ku Serok hemû mirovan nas dikir ewa ku min mereq dikir herdu pirtûkên bi navê Eniya Rizgariya Kurdistanî û pirtûka li Kurdistanê Pirsgirêka Kesayetî bû ku min bi Erebî xwendiye. Pirtûka li Kurdistanê Pirsgirêka Kesayetî heta niha jî pirtûkekî mezine ji bo kesayetekî şoreşger.

Di wê demê de têkiliyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li gel Yekitiya Niştîmanî Kurdistanê (YNK) di astekî gelek baş de bû, hevalek hebû ku navê wî Leşker bû li ser sinor yek ji fermandarê tabûra YNK’ê bû wî têkiliyên di navbera YNK û PKK’ê de dikir, bi rêya wan em derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn em çûne Dêrik piştre çûne Qamişloyê ku me şevek li Qamişloyê derbas kir û piştre em bi şemendefir çûne Helebê. Demekê em li Helebê li mala hevalekê mayîn ku piştre em çûne Şamê li wê derê wesayîtek ji bo me hate dayîn ku em ber bi Bekayê ve bi rê ketin. Piştî bi dawîkirina perwerdê li cihên cuda em hemû weke kadroyekî dihatîn dîtin, ez bi karên wêjeyî û hunerî re eleqeder dibûm. Serok ji min re got em ê yek milyon dînarê Swîsreyî veqetînîn ji bo lidarxistina Mêhrîcana Netewî ya li Başûr em jî wê koman ji Ewropayê bînin ji bo beşdarbûna mêhrîcanê, ne girîng e ku ew mêhrîcan bi navê kê bê sazkirin. Li sala 1992’ê wê demê du saziyên hunerî hebûn ew jî saziya hunermendan ya ku li gel Yekitiya Hunermendan e, lê nêzîkatiyên hunermendên Başûrê Kurdistanê şaş bûn di vê mijara mêhrîcanê de ku ne di pejirand eger ne wisan bûya, heta niha wê 28 sal bûya ku em ê xwedî Mêhrîcana Netewî bûyan. Ji ber ku şoreş ne tenê çekdarî ye belkû şoreş fikir, siyaset, çand û civak e.

Lê mixabin ew tiştên ku di kesayeta Serok de heyî di kesayeta Serokên din de nebû, weke nimune; hinek rêveber hebûn ku axa bûn weke Ferhad ango Osman Ocalan û Mahîrê Pîr bi taybetî Mahîrê Pîr bandorekî gelek xirab li ser Başûrê Kurdistanê dikir. Mahîrê Pîr gelek hevalan tengezar û aciz dikir ku ez jî yek ji wan hevalên ku hatî acizkirin bûm, vegera min gelek ne xweş bû lê bi ti awayî min dest ji şoreşê berneda, min weke kesekî neteweyî li Başûr hunerî bi awayekî baş kir. Lê mixabin di sala 1992’ê şerê Herêma Kurdistanê ya li dijî PKK’ê dest pê kir vê yekê jî pêşiya gelek tiştan girt, ez jî li bajarê Hewlêrê 35 rojan di girtîgehê de ma. Her wiha me koma Mesopotamya sazkir ku ji hevalên Başûr, Rojhilat û Bakur pêk dihat ji bo hebûna Mesopotamyayê bingehekî ya navenda rewşenbîriyê  bû, Serok Apo jî giringiyek mezin dida hunerê.

Ez dibêjim eger her endamekî yê PKK’ê weke Serok Apo bifikire û di pratîkê de weke wî bûya PKK jî weke serok wê nêrîn li ser her tiştî hebe weke dînî, şaristanî, civak, jin û ji bo çandê jî xwedî nêrîn bû lê mixabin hinek heval ji nêrînên Serok baş tênegihiştibûn ji ber ku dem Serok gotî min yek milyon dînarê Sîwîsreyî vediqetînim ji bo Mêhrîcana Neteweyî niha jî ew pere dike 2 - 3’ê milyon dolar, ev yek jî îspata wê dike ku Serok gelek giringî dide aliyê çanda netewî lê beşek ji hevalan du tiştan ji bîr dikir, rêkxistinbûn û şandina hevalan ya ji bo leşkeriya çiya vê jî wisan kir ku dest ji çend mijarên weke çand û hunerê berdin em bi xwe rast dizanin ku piştgiriya  ramanên Serok Apo dikîn lê beşek ji hevalan digot na heta ku gihişte me bi asta îxanetkaran jî sûcdar bikin ev ji bo min tiştekî gelek nexweş bû. Ji ber wê ez bi awayekî fermî derbasî Zelê bûm, çûm gel Osman Ocalan min daxwaza zelalbûnê kir ku çi xeletî hatiye kirin. Min daxwaz ji Osman Ocalan kir ku biryara xwe bidin  ku em îxanetkar in yan na, çend rojêkê bersiv hat dayîn û got: ez ji wan gotinan bawer nakim ku hûn îxanetkar bin lê heval Xeyrî me li ser çî bingehî îxanetkar destnîşan kir, ew jî derdekî mezin bû ji bo min ji ber ku di wê demê de min ez gelek nexweş bûm nexweşiya jibîrkirinê, taya giran û sitma hebû ku ez 10 rojan di nexweşxanê de ma ku nêzîkî mirinê bûm wê demê hinek bijîjk got; ‘Dibe ku bimire’ gelek ji wan bi nexweşiya derûnî ketine, ji ber ku reqabetek di mejiyê wan de hebû wan xwe weke şoreşger dizanîn wan jî ji wan re di got hûn îxanetkar in, piştî 28 salan heta niha bi ti awayî min îxanetek li ramanên netewî û Serok nekiriye.

'LI GEL RÊBER APO TU CARAN FERQ Û CÛDAHÎ NEBÛ'

Serok bi ti awayî ti ciyawazî nexistiye di navbera hevalekî rêveber û şervanekî nû de, Serok gelek caran dihate li gel me bi me re voleybol dilîst. Rojekê di lehîstoka voleybolê de ez li aliyê parastinê bûm Serok jî bi topê hat ez jî ber bi topê ve çûm ku topê jê bigrim em rastî hev hatin ku wî jî got çawan tû wisan dilehîzî min jî got Serok tû ne tuyî ku pêwîste em hemû li beramber dijmin rawestin, Serok jî got; Raste min jî got; niha tu dijminê min î di lehîstokê de û dibêje; tu di rastiyê de Serok î ku hevalan ji bo min çepik lê dan Serok got; eve rastî divê bi giştî li beramberî dujminê xwe rawestin, ji ber wê hemû karên Serok ji bo min waneyek bû.

Serok di demê xwarinê de jî dihate li gel me xwarin dixwar hinek caran jî bi xwe xwarin çêdikir ku xwarinên bi tendirûst dixwar bi hemû awayî Serok kesayetekî sade bû.

Serok bi giştî di got kesekî netewî bin, Şêx Ebdulrehman jî digot; her kesê ku bigihije asta kadroyên PKK’ê weke bibe rahîbekî mezin li Kilîsê ku kesekî paqij û hemû jiyana xwe ji şoreşê re veqetandiye.

Serok ji me re got; hûn herin beşdarî Kongreya PKK’ê bibin me weke xelkê Başûr gelek zehmetî dîtin heta ku em gihiştin Kongreyê lê di dawiyê de em gihiştin Kongreyê, mixabin ewa ku aliyê me û ya ku li gel Serok me qala wê kirî ku siyaseta ji bo siberoja Başûrê Kurdistanê nêzîkbûnekî gelekî xelet hebû. Min ji bo xwe daxwaza runiştinê kir û min got: “Ez ti berpirsyartiyan nagrim li ser xwe” û weke kesekî asayî bimînim ku karê xwe yê rewşenbîriyê bikim ku ti erkên siyasî nakim, ji ber ku ev nêrîn xelet in dîrok jî gotinên min îspat kir ku bi astekê Mahîrê Ser Spî û Osman Ocalan sedemên sereke bûn di bandorkirina xirab ya li ser wan kadroyên Başûr ku wisan kir vegerin malên xwe, ti kesê pirsyar nekir ku ev kadroyên Başûr çima dest jê berdan bi bê lêkolînkirina kesên îxanetkar hatin destnîşankirin.

Gotinek ya Serok heye ku dibêje: “Eger dijmin ji sedê 25 zerer dabe me em Kurd ji sedê 75 zererê didin xwe” nêzîkî 30 sal e em dibînîn ku şoreşa me gelek pêş ketiye, bi taybetî li Rojavayê Kurdistanê ev jî hêviyên me zindî dike divê em hemû piştgiriya şoreşa Rojava bikin ku serkeftina şoreşa Rojava serkeftina hemû Kurdan e. Ji bo navçeyê guherînên mezin di rê de ne, eger amedekarî neyên kirin ji bo wan guherînan, wê demê ji bo Kurd gelek xirab dibe, li Rojava Kurd heta astekê baş amedekarî kiriye lê li Başûrê Kurdistanê gelek metirsî li ser heye.”