Bîranînên Helebçeyê: Mîna Saddam wê li komkujeran hemûyan bê!

Qurbaniyên komkujiya Helebçeyê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin bîranîn.

Qurbaniyên komkujiya Helebçeyê li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin bîranîn. Di çalakiyan de hate ragihandin ku yên ku ji bo komkujiyê bi ser Kurdan ve diçin, wê mîna Saddam li wan bê. Her wiha girîngiya yekîtiya neteweyî hate destnîşankirin.

AMED

Li Amedê, rêxistinên HDP û DBP'ê yên bajêr li Parka Xezal a li navçeya Yenîşehîrê daxuyaniyek dan. Pankarta bi nivîsa "Me Helebçe ji bîr neki, em ê nedin jibîrkirin" hate hildan. Cîgirê Hevserokên HDP'ê yê Bajêr Îrfan Soner daxuyanî da. Soner destnîşan kir ku yên komkujiyê li Kurdan dike dawiya wan wê mîna ya Saddam be. Soner got, "Saddam ya heq kir, dît. Em careke din ji yên ku plana komkujiyan dikin dibêjin: dawî li komkujiyên xwe yên li dijî Kurdan bînin. Bi rêya aştî, demokrasî û hiqûqê ji bo çareseriyê tevbigerin. Em careke din vê komkujiyê şermezar dikin."

ÊLIH

Ji bo qurbaniyên komkujiya Helebçeyê li Êlihê bîranînek hate lidarxistin. Bîranîn li avahiya rêxistina HDP'ê ya navçeya navendî pêk hat û parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tîryakî, Hevşaredara Êlihê ya wezîfeya wê jê hate standin Songul Korkmaz, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, TJA, Meclîsa Ciwanan a HDP'ê tevlî bûn. Di civîna bîranînê de sînevîzyonek li ser komkujiya Helebçeyê hate nîşandan. Parlamenter Ruştu Tîryakî diyar kir ku hezar sal jî di ser re derbas bibin wê Kurd komkujiya li Helebçeyê ji bîr nekin û got, "Divê Helebçe ji bo Kurdan bibe hinceta yekîtiyê. Bersiva me ya li van komkujiyan wê berxwedan be."

ENQERE

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî qirkirina li bajarên Kurdan bi taybetî jî ya li Helebçeyê daxuyaniyek weşand. Dİ daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di navbera salên 1983 û 1991'ê de di encama polîtîkaya rejîma Saddam de bi sed hezaran Kurd hatin qetilkirin. ÎHD'ê diyar kir ku  hejmara Kurdên di Operasyona Enfalê de hatin kuştin ji 180 hezar kesî heta 210 hezar kesî ye.

EDENE

Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê jî li avahiya HDP'ê daxuyanî da. Gelek kes tev li bernameya bîranînê bûn. Nûnerên DAD, ESP, Komeleya Mafan a Anadolu û rêveberên HDP'ê amade bûn. Rêveberê HDP'ê Taylan Çelik, anî ziman ku bi dehan caran daxwazên Kurdan ên aştî, azadî û demokrasiyê bi komkujiyan hatiye bersivandin û komkujî şermezar kir. Rêxistina HDP'ê li Navçeya Ceyhanê jî daxuyanî da û komkujî şermezar kir. 

HATAY

Rêxistina HDP'ê ya Hatayê jî bi heman armancê li avahiya HDP'ê ya Îskenderunê daxuşyanî da. Endam û rêveberên HDP'ê yên Hatay û Îskenderûnê tev li daxuyaniyê bûn. Di bernameyê de wêne hatin daliqandin û Sinevizyona têkildarî komkujiyê hat pêşandan. Rêxistina HDP'ê ya Dortyolê jî bernameyek li dar xist û komkujî şermezar kir.

ANTALYA

Rêxistina HDP'ê ya Antalyayê jî bi heman armancê li pêş Peykerê Attalosê daxuyanî da. Endam û rêveberên HDP'ê li ser pacê reş qurnefil danîn û kesên jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn. Hevserokê HDP'a Antalyayê Muhsin Taşar, anî ziman ku ew komkujiyê ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin.

MÊRSÎN

Rêxistina HDP'ê ya Mêrsînê jî bi heman armancê li avahiya HDP'ê daxuyanî da çapemeniyê. Di bernameyê de Hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê Gulbahar Şofer, anî ziman ku komkujiyên li Qamişlo û Halebce komkujiyên herî mezin ên li dijî Kurdan in û wiha got: "Ev komkujiyên bi hovîtî pêk hatine. Li Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriye dewletên li ser bê edaletî û neheqiyê hatine avakirin, li dijî hêzên ku aştî, demokrasî û azadiyê dixwazin bi tundî û komkujiyan bersîv didin û wiha got: "Lê em ê li her derê tekoşîna azadî, aştî û edaletê bilind bikin." 

ŞIRNEX

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin. Parlamentera HDP'ê Nûran Îmîr jî di nav de gelek kes tevlî bûn. Nûran Îmîr diyar kir ku komkujiyên Roboskî, Şengal û Zîlanê dewama Helebçeyê bûn û got, "Me komkujiya Helebçeyê ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin. Birînên komkujiya Helebçeyê hînê nekewiyane. Lêgerîna me ya li edaletê wê dewam bike."