Bîra ji Helepçe heta bi Heftanînê

Ji awirên Kurdekî kal, ku şahidî ji çêbûna civakekê re kriye, me di eynî kêliyê de êş û serfirazî dît. Li aliyekî ku di bîrê de Helepçe hebû, Heftanîn dijiya. Digot, gerîla û neditirsiya.

Li gundekî Heftanînê lê rast hatim. Em bi hev re rûniştin û me çay vedixwar. Dengê obûs û hawanan dihat. Dagirkeran li qadekê didan. Got, ''Dewleta Tirk qet neguherî''. Rahişte çixareyekê, me bi hev re çaya tarî vexwar û dest bi axaftinê ir. Got, ''Helepçe'' û rawestiya. Di awirên wî de hemû êşên di navbeyna dahatû û rabirdûyê de civiyabû. Dema ku di çavan de min êşên bi salan ku diketin ser hev didît, bi meraq min lê guhdar dikir û ew diaixivî. Piştre got, ''Tu têgihiştî?''. Min jî got, ''Belê, têgihiştim''. A rast min nîvî jê fêhm dikir lê hemû hîs dikir.

Dema ku behsa Helepçe kirî li devera ku ew lê bû min xwe li wir dît. Em diçûne Helepçeyê. Em bi hev re ketin kuçeyê. Me radihişt zaroyekî ji hembêza diya wî. Piştre jî me mêrên li rex hev rêzkirî radikir. Me jinên ku laşên wan şewitî radikirin. Me radihişt laşê bêrh ê zarokên dema ku bi gogê dilîstin, xwe di ser benan re diavtin, radikir.

Me destê xwe dida dîwarên bi bêhna sêvan, destê xwe dida kevir, axê. Me nedixwest ku ev bêhn ji destê me biçe. Me digot bila neçe, tim di kezeba me de ev bêh. Ji bo ku em tim bi bîr bînin, ji bo ku em qet ji bîr nekin me paqij nedikir.  Ji bo ku em fêhm bikin ku civakek ji bo hebûna xwe çi daye ber çavan, çend caran ji mirinan derbas bûye û dîsa jî ji bo ku ji bîr neke ku sondariyê jiyanê ye, me dixwest ku ev bêhn tim bimîne.

Dema ku min lê guhdarî dikir, weke wan çîrokan bû ku diya min digot. Min got,''Çawa wiha tam bi bîra te tên? Te qet ji bîr nekirin?''. Got, ''Nna, kurê kurê min jî wê vê rojê bi bîr bîne. Heke ji bîr bikim em ê tine bibin.''

Niha jî êrîşkariya Tirk xwe li deriyê wan deye. Got, ''Binere çi tîne serê Heftanê, çi tîne serê me. Her roj hawan û obûsan davêje ser gundan. Ji bo ku Başûr bixin dest wiha dikin. Zarokên me dizanin ku gerîla dahatuya me ne.'' Her ku daixvî dixwest ku biaxive û min jî dixwest ku biaxive. Digot: ''Bi rojan e li Heftanînê şer heye. Me dît bê ka gerîla li vir çilo li ber xwe dide, ji bo ku tiştek bi me neyê çawa hewl didin. Êdî em nikarin li gundê xwe vegerin. Em nikarin biçin ser bax û baxçeyê xwe, heywanên me her roj bi êrîşên hewayî şikêr dibin. Nîvê Minînê vala kirin, gundên Şeraniş, Kelaşê vala kirin. Ji ber ku em li wir in vala dikin. Çav berdane axa me. Em ji top û tangên wan natirsin.''

Ji awirên Kurdekî kal, ku şahidî ji çêbûna civakekê re kriye, me di eynî kêliyê de êş û serfirazî dît. Ev çavdêriya min û hevalê min bû.