Bingeha artêşa gel li vê derê hate danîn

Akademiya Mahsûm Korkmaz, li ser bingeha biryara kongreya 3. li Lubnanê ava bû. Li ser dîwarê akademiyê bi tîpên mezin wiha hatibû nivîsandin; "Bingeha artêşa rizgariya gelê Kurdistanê li vê derê hatiye danîn..."

Rêwîtiya gerîlayan ya ber bi Bakurê Kurdistanê dest pê kiribû. Ev gerîla di kampên ku Mehmet Karasûngûr û Egîd ava kiribûn, hatibûn perwerdekirin. Komeke gerîlayan a ku ji 8 kesan pêk dihat û di bin fermandariya Şahîn Kilavûz de bû, dema ku dixwestin derbasî Behdînanê bibin ber bi Çemê Hezîlê dikevin û şehîd dibin. Vê rewşa neyînî bandora xwe li ser tevgerê kir. Şahîn Kilavûz ê ku ji Tûzlûçayirê tevlî PKK’ê bûbû ji serî bigire heta dawiya berxwedana Sêwregê de cih digire. Dibêje “Ez heta ku Celal Bûcak nekujim, ez ji Sêwregê dernakevim” û heta derbeya 12’ê Îlonê li Sêwregê dimîne. Li ser talîmata Komîteya Navendî ya PKK’ê ji Sêwregê derdikeve û berê xwe dide Başûrê Kurdistanê. Yek ji wan kadroyan bû ku dikaribû fermandariyê ji Pêngava 15’ê Tebaxê re bike. Vê şehadeta zû ya Kilavûz bandoreke neyînî li ser tevgerê kiribû.

Di vê pêvajoyê de ya ku ji bo vegera komên gerîlayên a li qadên Botan û Behdînanê amadekarî dihat kirin, di 2’ê Gulana 1983’an de Karasûngûr şehîd bû. Karasûngûr hemû xebatên pratîk ên têkoşîna çekdarî ya Bakurê Kurdistanê amade dikir û plansaziya van xebatan dikir. Bi şehadeta wî re, xebat bo demekê hatin sekinandin.

Di bihara 1983’an de gerîla bi komên sê, çar kesî berê xwe dan Bakur. Mahsûm Korkmaz bi koma xwe derbasî Botanê bûbû, heta Xerzanê çûbû. Di sala 1983’an de çalakiyên gerîlayan di asta ku dihat xwestin de, pêk nehat. Piştî sala 1984’an planên şênber û hedef hatin diyarkirin. Li Qilaban û Çelê çalakiyên bi bandor hatin kirin. Piştre ji bo Pêngava 15’ê Tebaxê û avakirina Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) hemû amadekarî hatibûn kirin.

Fermandarê Biryargeha Navendî yê Parastina Gel Mûrat Karayilan diyar dike ku piştî sala 1984’an li Bakurê Kurdistanê tevgera gerîlabûnê bi zor û zehmetiyan dihat kirin û dibêje ku “Ji ber ku hemû berxwedan, têk çûbûn; baweriya gel hema bibêje tunebû. Ji ber vê jî gel bi fikar nêzî têkoşîna çekdarî dibû.” Di beşa duyemîn de ya hevpeyvîna me ya bi Karayilan re em li ser şerê PKK’ê, qanihkirina gel axivîn.

Li Kurdistanê gelek berxwedan çêbû, lê hemberî hemûyan jî qetlîamek hate kirin. PKK ji van berxwedanan re dibêje şerê klasîk ê Kurdan. Çi ye şerê klasîk ê Kurdan?

Li Kurdistanê qelsiya bi sedan salan domiyaye ev e ku, rêbertiyeke stratejîk a gelê Kurd tune. Ji ber ku rêbertiya stratejîk tê wateya bername û nêrîna li dahatûyê. Lê li Kurdistanê bi sedan salan valahiyek çêbûye. Ji ber vê jî her dem bi paş ve çûye, piştî wextekê ji sermiyanê xwe xwariye. Ji ber ku Kurdistan her dem qadeke şer bûye, Kurd jî bûne xwediyê karakterekî şervan. Kesên wê li qadên şer gelekî xurt in lê bi qasî ku dijminên xwe têk bibin, tu şêweyeke wan a şer çênebûye. Ev şêweyekî wisa ye ku, pişta xwe naspêre stratejî û taktîkê û ji şer zêdetir tê wateya lêdanê.

Di zanista şer de tiştên herî girîng, tu karibî dijmin bixapînî, bi manevrayan tu dijmin têxe nav xefletê û derbeyan lê bixî, di warê taktîkê de dewlemend bî. Lê berxwedana Kurdan bêtir wekî ‘şerê beranan’ an jî şerê bi kozikan e. Gelek caran ketine kelehan yan jî li serê hin çiyayan kozik çêkirine û li wê derê li ber xwe dane. Ev berxwedan tu carî nebûne berxwedanên neteweyî. Ji ber tengbûna tarza şer û berxwedêriya ‘gundiyane’ û berxwedana wan herêmî maye, her dem têk çûne. Bi ser de jî hêzên mêtinger li herêmên ku berxwedan çêbûye hevkarî bi mîr û eşîrên Kurd kiriye û ev berxwedan têk çûne.

Bi rastî mijara nîqaşê ye ku çiqasî şerê Kurdan ê klasîk e. Şêwe û tarzekî wisa ye ku mirov nikare jê re bibêje şer jî, bêtir berxwedana li hemberî pêkutiyê ye. Mirov dikare dibêje şerûdî ye. Lê ji aliyê din ve jî mirovên herî şervan in. Mirovên herî şervan ji stratejî û taktîka şer mehrûm mane. Ev nakokiyeke mezin e. Ligel ku stratejiya neteweyî û siyasî ya Kurdan bi pêş neketiye, tarza wan a şer jî bi pêş neketiye.

Tişta ku PKK’ê ji vî şerê klasîk cuda dike çi ye? PKK û gerîlayên wê çawa şer kirin?

Beriya her tiştî Rêber Apo, bi rêbertiyeke stratejîk derket holê û valahiya bêrêbertiyê dagirt. Gelê Kurd bû xwedî bernameyeke dahatûyê û rêbertiyeke stratejîk. Bi pergala ramanê ya nûjen, paşverûtiyên civakê û polîtîkayên mêtinger baş nirxand û cewherê berxwedana di vê civakê de derxist holê, lê ne şêwe û tarzê wê yê şer. Li dijî şerê gundiyane yê Kurdan têkoşînek hate kirin, ya rast bi destpêkirina pêvajoya şer re Rêber Apo herî zêde li ser vî tiştî sekinî. Rêber Apo çawa ku ramaneke nûjen li Kurdistanê anî, di heman demê de taktîk û stratejiya berxwedanê jî derxist holê. Diyar kir ku xeleqa sereke ya vê stratejiyê wê şerê gel ê domdirêj ango wê gerîla be. Gerîla taktîka ‘lê bide û bireve’ ye. Ango divê neyê dîtin, li dijmin bide û xwe vekişîne. Di şerê klasîk ê Kurdan de ev tune. Ev ne bi tenê li Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û di nav Ereban de jî wisa ye. Mirov dikare bibêje, hêza ku gerîla anî Rojhilata Navîn PKK ye. Rast e li Fîlîstînê hewldanên gerîlabûnê hebû lê xweza û şertên civaka Fîlîstînê ji vî tiştî re ne guncav bû. Ji ber vê jî ji bo ya Fîlîstîniyan fedaîbûn hate gotin, li Fîlîstînê fedaîbûn bi pêş ket. Tarzê gerîla li Rojhilata Navîn tune. Tarzekî şer e yê ku berê li Îspanyayê li hemberî artêşa Napolyon hatiye kirin û piştre jî li Çînê ji aliyê Mao hatiye kirin. Ev tarz û şêweyê şer li Rojhilata Navîn nayê zanîn. Li Kurdistanê jî nayê zanîn. Ji ber vê jî bicihkirina vî tarz û şêweyî ya li Kurdistanê ne hêsan bû. Di şerê me yê berfireh ê li Sêwregê de, em ketin kozikan û me şer kir. Piştî 1984’an tarzekî nîvgerîla û nîv şerê klasîk ê Kurdan xwe da ferzkirin. Mesela şerê temamî rojekê an jî parastina kozikan tarzê şerê sabît e. Ev di avadaniya genetîk a civaka Kurdan de heye. Ji ber vê jî bandora vî tiştî li ser me jî hebû.

Rêbertî tu carî ev tarz û şêwe qebûl nekir. Got, “Di vî tarzî de serfirazî tune” û li dijî tarzê şerê klasîk ê Kurdan, têkoşîneke îdeolojîk kir. Bi vê keda Rêbertî re li Kurdistanê tevgera gerîlayan piçekî bi pêş ket, binihêrin ez dibêjim ‘piçekî’, a rast tam bi pêş neket. Heke baş bi pêş biketa îro dibe ku rewş cihêtir bûya. Tevgera gerîlayan wekî guloka berfê mezin dibe û mezinbûnê re xwe diparêze û dibe tevgereke gel. Em li van deran sekînin, me qîma xwe bi pêşketinên bi sînor anî. Nexweşiya desthilatdariya zû bi me re çêbû. Tiştên derveyî xeta me, xwe da ferzkirin. Lê bi giştî gerîla li Kurdistanê hate bicihkirin. Derbasbûna ji tarzê klasîk ê Kurdan a ber bi gerîlabûnê bi zor û zehmetiyan pêk hatiye. Em dikarin vî tiştî bibêjin, li her cihê ku gerîlabûn pêk hatiye, serkeftin jî pêk hatiye. Lê sekinandin û pratîkên derveyî xetê rê li ber dubarebûn û windahiyan vekiriye.

Di di navbera salên 1984-1989’an de tevgera gerîlayan di warê taktîkê de li gorî asta îro statîk e lê li hemberî artêşa Tirk bi bandor e û bûye xwediyê rolekî pêşeng ku bibe tevgereke gel. Di warê şer û gelbûnê de gelo wateya gerîlabûnê çi ye?

Ji ber berxwedan û şikestinan, têkildarî şerî li dijî dewleta Tirk bêbaweriyek hebû. Berxwedan pêk hatine lê piştî demeke kurt bi tasfiye û qirkirinê rû bi rû maye. Ji ber vê jî gel li hemberî şerê çekdarî bi fikar bû. Ji ber ku mînakên dîrokê di bîra gel de bû. Ev mînakan şopên gelekî kûr çêkiribû û mirovan ligel ku ev tişt jiyane jî nedixwestin qal bikin û bînin bîra xwe. Ji ber ku ev kabûs bû û mirovan nedixwestin bînin bîra xwe. Piştî ku şerê gerîla dest pê kir, dewleta Tirk jî digot ku, ev wekî berxwedanên berê yên Kurdan e û piştî demeke kurt em ê wan têk bibin. Ya rast gerîla tiştekî nû bû, wan jî dûre fêm kirin. Gel jî piştgirî dida lê awayê hestiyarî li pêş bû. Bandorê yekîneyên pêşeng ên ku çûbûn ba wan, li ser wan hebû. Digotin ‘Hûn hevalên filan kesan in, nexwe cihê we li ser serê me heye’ alîkarî dikirin. Baweriya ji bo serkeftinê qels bû.

Ne zehmet bû ku hûn gel bidin bawerkrin?

Ha, dema ku gerîla yê ku 1984’an li dijî dijmin dest pê kir, nekarî were tasfîyekirin, êrîşên dijmin pûç kir û weke giloka berfê mezin bûyî derkete holê wê demê hêvî çêbû. Gerîla her ku çû bû semboza azadiyê û hêvî. Bi hewlesta gerîla ya têkneçûyî baweriya ku wê têkoşînê bi ser bixe û gel rizgar bibe qeyîm bû. Helbet ne hêsan bû; pêvajoya ji 1984’an heta bi 90’î ew pêvajo bû ku gerîla ji hêla gel ve were pejirandin. Ev pêvajo pêvajoya destpêkê ya gerîla bû. Demeke wiha bû ku xeta kontrayî, Hogir ên çeteyan ji xwe re zemîn didîtin. Li gel gelek şaşî, têrnekirinê, nêzîkatiyên şaş jî pratîka ku gerîla di van 6 salan de nîşan dayî di girseyê de bandoreke mezin çêkir. Bawerî çêbû ku têkoşîneke bi vî rengî wê serfiraziyê bîne û gel jî rizgarî di gerîla de dît. Ji bo vê jî li Kurdistanê tevgera pêşî ya serhildanê bi xwedîderketina li cenazeye gerîla çêbû. Hema hema hemû serhildan bi xwedîderketina li cenazeyên gerîla rû dan.

Pêngava dîrokî ya mezin ku gerîla 15’ê Tebaxa 1984’an dayî destpêkirin êdî ber bi dawiya 1989’an ve di civakê de zindîbûn, vejînek anî. Ji ber vê sedemê ye ku em ji Pêngava 15’ê Tebaxê re ‘cejna vejînê’ dibêjin. Ev pêngav piştî têkoşîna 6 salan di nav civakê de vejînek anî; êdî pêvajoyeke wiha çêbû ku avaniyeke şerker, berxwedêr, bi hêvî li siberojê dinere bi civakê re çêbû. Piştî dawiya 89’an tevgera gel a ku geş bûyî di serî de li Nisêbîn, Cizîr û piştre li Licê li hemû Kurdistanê belav bû û ev encama şoreşa vejînê ye. Ji bo vê jî li cem gel gerîla hêvî ye.

Salên 90’î dewlet bi şerê gerîla û serhildanan tengezar bû û serî li taktîkên kontra û herî hovane da; gundên Kurdan hatin şewitandin, Kurdistan hate valakirin. Ji vê jî herî pir Botan karîger bû. Botan ji bo gerîla çi ye?

Heta salên 90’î gerîla bi piranî li Botanê bû. Piraniya gerîla, 80 ji 100’î ya gerîla li Botanêbû. Gerîla ji Botanê li eyaletên dî yên Kurdistanê belav bû. Ji Botanê hêza fermandariyê ku ya şer hîn bûyî derbasî eyaletên dî bû. Hemû eyalet bi 1991’ê re ketin pêvajoya rêxistiniyeke wiha. Jixwe gerîla sala 1991’ê li hemû eyaletan belav bû, rûnişt. Ev encama xebata gerîlatiya li Botanê ye. Salên 90’î Botan navend bû, jixwe heta 95’an Biryargeha Navendî nebû. Bi rengekî sirûştî Botanê ev peywir bi cih dianî. Ango hem eyalet bû û hem jî peywira Biryargeha Navendî jî bi bîr dianî. Ji bo vê jî dijmin herî pir berê xwe da vê eyaletê û vala kir. Lê li gel hemû êrîşên dijimn jî li Botanê gerîla qels nebû. Niha berê xwe dide Besta, Herekol, Kato lê ew çiya, kevir û ew mirov her demê ew hêz in ku tim didin jiyîn. Niha jî heman tişt bi pratîkê tê dîtin. Ambargoya giran a dijmin, ji paş ve, bi rengekî herî xayin a JÎTEM’ê kuştina mirovên bê çek û bê parastin, bi revandinê hewl dan ku destekê qut bikin, hinekî zor lê kiriye lê gav bi paş de nedaye avêtin. Gerîlayê Botanê û gelê welatparêz bi fedekariyeke mezin tim Botan weke navendeke gerîla afirandine.

Salên 90’i her wiha ew sal bûn ku serfirazî herî nêz bû.

Ji bo salên 90’î gelek tişt dikarin werin gotin, tenê ji bo Botanê na, ji bo hemû eyaletan..Heke muhasebeya wê ya dîrokî were kirin salên 90’î ew sal in ku serfirazî ji dest hatiye berdan. Bi taybetî ji bo salên 91-92-93’an mirov dikare wiha bibêje. Wan deman dilavêtina ku derketî holê, bi encama nêzîkatiyên nexweşiya desthilatdariya berxwet şert tam nehatin bikaranîn. Ji bo vê jî dijmin fersend bi dest xistiye û şertên ku komploya navdewletî li ser Rêbertiyê pêk bînin çêbûye. Lê ku di dema xwe de gavên pêngavî bihatana avêtin, ev derfet wê bi dest dijmin nekatana.

Di van demên dawî de peyva profesyonelbûnê ji bo hêzên gerîla pir tê bikaranîn..Profesyonelbûna gerîla çi ye?

Di serdema niha de şer karekterê xwe guherandiye. Li Kurdistanê artêşa Tirk li pêşberî gerîla têk çûye. Lê bûye şerekî wiha ku piranî îstîxbarat û teknolojî dertê pêş. Ji bo vê jî, dewleta Tirk a ku li bejahiyê şikestî şer bêtir kiriye şerê hewayî. Îro şerê li dijî gerîla 90 ji 100’î şerê hewayî ye. Li pêşberî vê divê gerîla jî xwe nûjen bike. Bêyî vê serkeftin ne pêkan e. Lê hêla beloq a serdema me, êrî şer bi îstîxbaratê, bi teknolojiyê û qelîteya mirov bi ser dikeve, bi mirovên profesyonel şer bi ser dikeve. Belê teknolojî li pêş e lê teknolojiya herî berz mirov e. A ku wê bi kar tîne jî dawiya dawî mirov e. Ji bo vê jî hêzên ku zîrektiya mirov bi pêş ve dibin, wan li ser tiştekî kûr dikin, şervanên profesyonel pêk tînin dikarin şer bi ser bixin.

Ji ber vê heqîetê gerîlayên Kurdistanê ji 10 salan ve ye tim nûjenbûna daye ber xwe. Herî dawî ji 2013’an û vir di nav çarçoweya projeya nûjenbûnê de kûrbûnek çêbûye. Bi teqezî ji bo gerîla profesyonelbûn hewce ye. Ev armanca sereke ye.

Em profesyonelbûnê li ser sê lingan didin rûniştandin:

Ya pêşî: zelalbûna îdeolojîk, biryardarî, geşbûna giyanê hevrêtiyê; ango bi rengekî biryardar pêşxistina partîbûnê, pêşxistina giyanê fedayî yê Apoyî.

Ya duyê: Hişmendî û çanda leşkerî; ango diyarbûna şêwazeke jiyanê ya bi disîplîna leşkerî. Bidestxistina helwesteke leşkerî ya ku bi pergala rêgezên hewce.

Ya sêyan: Serweriya li ser teknîkê, pisporiya li ser teknîkê. Bi kûrbûna li ser perwerdehiya branşan, bi her gerîlayî re çêbûna pisporiyê ya di çend branşana de. Di teknolojiya şer de bidestxistina asta pisporiyê.

Bi kurtasî, profesyoneltî tê maneya partîbûnê, leşkerîbûnê û pisporbûnê. Divê were gotin gerîla yê ku bi vî rengî lê kûr bûyî wê bibe gerîlayê serfirazyê, ne tenê wê têkneçe her wiha wê bibe gerîlayê ku ber bi serfiraziyê ve dimeşe.

Di sala 40’î de armanca gerîla çiye?

Sala 40’î ji bo me saleke stratejîk e. Gerîla di sala 40’î de bi şêwazeke profesyonel wê pêngavekê bide destpêkirin; ji bo bi ser hev de anîna qada civakî wê rola xwe bi cih bîne û bi vê çarçoweyê ji bo pêşxistina berxwedanê ya li dijî pergala faşîst a AKP-MHP’ê wê bi rola xwe ya pêşeng rabe. Em aramanc dikin ku sala 40’î bikin sala ku Tirkiyê demokratîk bikin, Kurdistanê û Rêber Apo azad bikin. Em, gerîla û tevger divê xwe ji pergala êşkenceyê ya Îmraliyê ya ku rejîma faşîst a AKP’ê li ser Rêber Apo ferz dike berpirs bibînin. Bi hemû qadên têkoşînê yên tevgerê, gerîla ji bo ku vê berpiryariya xwe bi cih bîne, peywira sereke ye ku di sala 40’î de pêngava berfireh û encamgir bi pêş bixîne.

Gerîla ji bo ku ji Rêbertî, şehîdan, dayikên me yê çav bi girî re bibe bersiv bi fedakariyeke mezin têdikoşe. Lê biya me em ji her demê zêdetir xwedî wan şertan in ku em dikarin xwe ji rewşa têrneker, klasîk, her cure hînbûnê li paş dûr bixin, di xeta jina azad de, bi giyanê Apoyî xet û giyanê leşkerî bi dest bixin. Bi taybetî van du salên dawî tecrûbeya berxwedaniya mezin a gerîla, lêkûrbûn û têkoşîna hundirîn bi vê çarçoweyê ye. Di rêya avakirina jiyaneke azad û wekhev de, gerîla di dema nû de bi wê biryardariyê mezin a fedakrî û serkeftinê ye. Em ji her demê zêdetir bawer dikin ku gerîla wê bi rola xwe ya çalak rabe, li ser vê bingehê em serfkeftinê mezin di sala 40’î de ji hemû hêzên têkoşer, gelê xwe û hemû hevrêyên xwe re dixwazin.

Bi hezaran gerîla ji Akademiya Mahsûm Korkmaz derbas bûn. Di artêşbûna gerîla de Akademiya Mahsûm Korkmaz bi kîjan ristê rabûye?

Akademiya Mahsûm Kormaz li ser bingeha biryara Kongreya 3’an cara pêşî li Lubnanê hatiye danîn. Li ser dîwarê akademiyê bi tîpên mezin wiha hatibû nivîsîn: ‘’Hîmê artêşa rizgariya gelê Kurdistanê li vir hatiye danîn.’’. Ev hevoka balkêş gelek tiştan dibêje. Akademiya Mahsûm Kormaz bûye ew ocaxa ku Rêbertî reng daye gerîla, leşkerbûnê, bi komên perwerdekirî mudaheleyî li qadan bike; ji bo vê jî bûye ew ocaxa ku gerîla daye jiyîn, bi rê ve birî û xet rast kirî.

Bi vê maneya xwe em dikarin diyar bikin ku Akademiya Mahsûm Kormaz li Kurdistanê ji bo ku xeta gerîla were danîn bi risteke pir girîng rabûye. Rista vê akademiyê îro jî didome. Ji bo ku bi konferansa HPG’ê ya 2001’an akademî dîsa hate avakirin. Ji 2001’ê û vir ve Akademiya Mahsûm Kormaz ji bo ku xeta HPG’ê bide rûniştandin, gerîla were pêşxistin bi risteke pir girîng rabûye. Akademîya Mahsûm Kormaz bûye yek ji saziya bi ristên herî girîng rabûye di wê mijarê de ku hem bi xeta îdeolojîk a pêşxistî partîbûnê bi pêş bixîne û hem jî bi perwerdehiya leşkerî xeta me ya leşkerî were rûniştandin. Akademiya Mahsûm Kormaz ji akademiya jirêzê ya perwerdehiyê û leşkerî wêdetir bi îdeolojî û giyanê xwe dibistana partiyê ye ku gerîla ava kiriye.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA