Bikaranîna dengan a ji bo referandûmê saetek hate dirêjkirin

Dengdayina ji bo referandûma Başûrê Kurdistanê ku di saet 08:00’an de destpê kiribû û wê saet 18:00’an bi dawî bibe, saetek hate dirêjkirin.

Dengdayina ji bo referandûma Başûrê Kurdistanê saetek hate dirêjkirin. Desteya Hilbijartina Bilind, ragihand ku ji bo dengdayina referandûmê saetek din jî dirêj kiriye.

Hatibû diyarkirin ku wê dengdayina ku îro saet 08:00’an destpê kir, wê saet 18:00’an bi dawî bibe. Lê li gorî daxuyaniya ji aliyê Desteya Hilbijartina Bilind ve hate kirin, hat diyarkirin ku welatî dikarin heta saet 19:00’an jî biçin dengê xwe bikar bînin.