Bijîşkên Germiyanê banga alîkariyê kirin

Bijîşkên dildar ên ku li Kelar, Xûrmatû û Kifriyê navenda tendirustiyê vekirine, bang li hêzên navneteweyî û bijîşkên welatparêz kirin ku, bila alîkariya wan bikin.

Bijîşkên dildar ên ku li Kelar, Xûrmatû û Kifriyê navenda tendirustiyê vekirine, bang li hêzên navneteweyî û bijîşkên welatparêz kirin ku, bila alîkariya wan bikin.

Bijîşkan ji bo xizmeta tendirustiyê bidin gelê ku koç kiriye, ev navend vekirine. Bijîşk Azad Germiyanî yê ku di nav vê komê de ye got ku, “Me alîkariyeke zêde ya hikumeta herêmê nedît. Em rojê 100 koçberan mûayene dikin û dermanan belaş didin wan. Em li bendê ne ku, saziyên navneteweyî û bijîşkên welatparêz ên parçeyên din alîkariyê bidin me.”

PIŞTÎ ÊRÎŞÊ HATE AVAKIRIN

Di 16’ê Cotmehê de dema ku artêşa Iraqê û Heşdî Şabî êrîşî Xûrmatû, Dakûk, Kerkûk û gundên wê yên derdorê kir, bi hezaran malbatên Kurd koç kirin. Beşeke zêde ya koçberên ji Kerkûkê berê xwe dan Çemçemal, Silêmanî û Hewlêrê; malbatên ku ji Xûrmatû û Kerkûkê jî koç kirin berê xwe dan Kelar, Kifrî û Germiyanê.

Tevgera Civaka Demokratîk a Kurdistanê jî ji bo çareserkirina kêşeyên tendirustiyê xebatek da destpêkirin. Di vê xebatê de Endama Komîteya Tendirustiyê ya KCK’ê bijîşk Medya Alman jî heye. Li Gundê Varanînê navendeke tendirustiyê hate vekirin. Vê navenda tendirustiyê ev mehek e çalak e û rojê xizmetê dide 100 kesan.

‘EM DI XIZMETA GELÊ XWE DE NE’

Bijîşk Azad Germiyanî yê ku 20 sal in bijîşktiyê dike, pêşengtî ji avakirina vê navenda tendirustiyê re kir. Bijîşk Germiyanî got ku, “Tekane armanca me ev e ku, em xizmetê ji gelê xwe re bikin. Me serî li hikumeta herêmê da lê heta niha tu piştgiriyeke wan a cîddî çênebû. Herî zêde Gerînendetiya Tendirustiyê ya Kelarê alîkariya me kir. Ji ber ku alîkariya me kirine, li ser wan jî zext tên kirin.”

‘BIJÎŞKÊN KU SONDA HÎPOKRAT XWARINE BI PEREYAN TÊN’

Bijîşk Azad Germiyanî diyar kir ku hikumeta herêmê xwestiye hin bijîşkan peywirdar bike, lê van bijîşkan pere xwestine û got, “Hikumeta herêmê bi hin bijîşkan re axiviye lê hinek bijîşkan gotine ji bo 20 rojan em 2 hezar dolar dixwazin. Hikumetê jî gotiye em ê ji bo 20 rojan hezar dolarî bidin we. Ez bi rihetî dikarim bibêjim ku bijîşkên ku ev bazarî kirine, tu eleqeya wan bi welatparêziyê tune. Qaşo vana sonda hîpokrat xwarine.”

Bijîşk Azad Germiyanî diyar kir, ji roja ku ev navend hatiye vekirin ligel Bijîşk Tariq Germiyanî û Bijîşk Rabîa Germiyanî li vê derê ne û got, “Em ji bo xizmeta gelê xwe, li vê derê ne. Jixwe welatparêzî di rojên wisa de diyar dibe. Wisa xuya dike, kesên ku koç kirine wê piştî demeke kurt nikaribin vegerin cihên xwe. Ji ber vê jî wê xizmeta me bidome. Em bang li bijîşk, eczavan û kedkarên tendirustiyê dikin ku bila alîkariya me bikin. Em mûayeneyê belaş dikin û dermanan jî belaş didin nexweşan.”