'Bidawîbûna tecrîdê bi azadbûna civakê dibe'

Hevserokê OHD'ê parêzer Bunyamîn Şeker anî ziman ku polîtîkaya tecrîda giran a li dijî Ocalan tê meşandin li nava tevahiya civakê hatiye belavkirin û got, "Bidawîbûna tecrîdê bi azadbûna civakê dibe."

Hevserokê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Bunyamîn Şeker li ser bandora tecrîdê û rê û rêbazên bidawîkirina wê ji ANF'ê re axivî. Şeker diyar kir, hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê hêzên mûxalîf hemû hatine tecrîdkirin.

Parêzer Şeker destnîşan kir ku ji tecrîda li Îmraliyê tê fêhmkirin li welatekî hiqûq bi çi rengî bi awayekî kêfî dikare bê betalkirin û bi bîr xist, ku polîtîkaya tecrîdê nû nîne, 21 sal in dewam dike.

Şeker diyar kir, ku tecrîda li Îmraliyê divê êdî weke şêweyekî nû yê birêvebirina welêt bê fêhmkirin.

Parêzer Şeker ragihand ku Ocalan kesekî ji rêzê nîne, dewlet bi xwe jî vê rastiyê qebûl dike û got, "Qebûl bikin an jî nekin; 40 sal in gelê Kurd têdikoşe. Birêz Ocalan jî yekane mûxatabê vê meseleyê ye. Dewlet ji ber ku naxwaze di vê meseleyê de gavê biavêje polîtîkaya tecrîdê li dijî Birêz Ocalan giran dike."

Hevserokê OHD'ê diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê li nava tevahiya civakê hatiye belavkirin, ketiye rewşeke welê kku hêzên mûxalîf nikarin bi rengekî azad nêrîna xwe bînin ziman.

Şeker got, "Ev rewş ne tenê ji bo gelê Kurd derbas dibe. Ji bo her miletên li nava sînorên Tirkiyeyê, ji bo her mûxalîfên desthilatdariyê derbas dibe, ku ev polîtîkaya tecrîdê li dijî wan hemûyan tê meşandin. Ji ber ku ji zext, tepisandinê ditirsin nikarin nêrînên xwe bînin ziman. Tecrîd jî ev e. Ne tenê girtina li deverê yan jî astengkirina azadiya liv û tevgerê ye. Ji bo jiholêrakirina vê yekê divê têkoşîna ji bo azadkirina civakê bê meşandin."

Şeker diyar kir ku ji bo vê jî mirovên di vê mijarê de bi fikar in, partiyên siyasî û saziyên civakî di çarçoveya demokrasiyê de li hev kom bibin û bi rengekî hevpar têbikoşin.