Bi tevlîbûna bi hezaran kesî li Cizîrê pîrozbahî hate kirin

Li Cizîrê ya ku HDP’ê di asta rekorê de deng bi dest  xist, bi kombûna bi hezaran kesî li pêşiya avahiya HDP’ê pîrozbahiyek bi coş hate lidarxistin.

Piştî ku li Cizîrê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina xwecihî de di asta rekorê de ji sedî 76’ê dengan bi dest xist û şûnde pîrozbahiyên duh şev destpêkir îro jî dom kirin. Bi hezaran kesên li pêşiya avahiya HDP’ê hatin ba hev bi tevlîbûna hevşaredaran Mehmet Zirig û Berîvan Kutlu û parlementera Şirnexê Nûran Îmîr şahiyek hate lidarxistin.

Girseya danê nîvro hatin ba hev li ber stranan demeke dirêj govend gerandin. Jin û ciwanên li qadê bal kişandin. Her ku dem derbas bû hejmara gel zêde bû û pîrozbahî bi coş dom kir. Di pîrozbahiyê de bê navber dirûşmên ‘Bijî Berxwedana HDP’ê’, ‘Bijî Berxwedana Zindanan’ û ‘Bijî Bi We Serbilind e’ qîr kirin.

Hevşaredaran silav da gel û spasiyên xwe pêşkêşî gel kirin.

Pîrozbahî bi gerandina govendê ve bi dawî bû.