Bi sedan ciwan tevlî nava refên gerîla bûn

Di çarçoveya kampanya "Serî Hilde" de ku Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan dan destpêkirin, bi sedan ciwan tevlî nava refên gerîla bûn.

Bi sedan ciwanên tevlî nava refên gerîla bûn, li Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Di çarçoveya kampanya "Serî Hilde" de ku Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan dan destpêkirin, ciwan ref bi ref tevlî nava gerîla dibin.

Ciwanên tevlî refên gerîla bûn, li Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Li gorî nûçeya Nûçe Ciwan, di merasîmê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û Komalên Ciwan hatin vekirin.

Ciwanê bi navê Simko Cûdî daxuyanî xwend û got, "Bila dewleta Tirk baş zanibe ku hesabpirsîn û tolhidana me wê mezin be. Ji van çiyayên azad em bang li hemû ciwanên Kurdistanê û azadîxwazan dikin; Ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo tolhildana şehîdan, ji bo parastina Efrînê hûn jî serî hildin û cihê xwe di nava refên gerîla de bigirin."