Bi sed hezaran kesî li Wanê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin

Di Newroza Wanê de, bi sed hezaran kesî daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.

Bi beşdariya bi sed hezaran kesî Newroz li Wanê bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Li qada ku dirûşm bênavber têne qîrîn, girseya gel li dora agir civiya ye. Li qada Newrozê daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

Dayika Aştiyê Xecê Akdogan derkete ser dikê û got, "Em tecrîdê qebûl nakin. Ev tecrîd divê teqez bi dawî bibe. Em naxwazin ku kes bimire. Bila her kes di nava aştiyê de bijîn." Piştre mêvan ji bo bên ser dikê hatin vexwendin. Dûre jî agirê Newrozê hate dadan. Bi dadana agir re bi sed hezaran kesî dirûşma "Bijî Serok Apo" qîriya. Girseya gel li dora êgir li hev civiya û dest bi gerandina govendê kir.

Serokê Giştî yê Partiya Azadî û Mirov (PÎA) Mehmet Kamaç got, "Bi navê Tifaqa Kurdistanî em Newrozê pîroz dikin. Bi hezaran sal in ku li vê herêmê zexteke giran heye. Kurd dibêjin, 'em gelek in'. Ev Newroz Newroza aştî û azadiyê ye. Em ji vê derê dibêjin, polîtîkaya we ya qirêj, qirker û tunekirinê qediya ye. Êdî hûn nikarin vê dewam bikin. Sedsala 21'ê sedsala Kurdan e. Kurd wê bi ser bikevin. Em ji tevahiya cîhanê re dibêjin; 50 milyon Kurd êdî bêstatu nabe."

Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Ûca jî got, "Astengî û barîna berfê jî nekarî gelê me rawestîne. Newroz Bêrîtan, Mazlûm Dogan e. Em di demeke dîrokî de ne. Di her têkoşînê de berdêlên mezin têne dayin, polîtîkaya şer û tunekirinê li gelê me tê ferzkirin. Hûn çi bikin jî hûn ê nikaribin vê gelî bisekinînin. Dest ji vê zîhniyeta xwe berdin. Li girtîgehan êrişeke qirêj tê meşandin. Hûn ê nikaribin serî bidin tewandin. Polîtîkayên we yê nli dijî jinên Kurd wê têk biçin, hûn ê nikaribin bi ser bikevin. Bi pêşengiya jinên Kurd ev têkoşîn wê dewam bike. Em ji Newroza Wanê bang dikin; yên ku guhê wan nabihîze, yên ku çavên wan girtî ne, bila zanibin ku Kurd ji bo azadiya Birêz Ocalan têkoşîneke mezin dimeşînin. Roj roja azadiya Ocalan e. Hûn çi bikin jî hûn ê nikaribin li pêşiya vê daxwaza Kurdan bibin asteng. Roj roja azadiyê ye, roja azadiya Birêz Ocalan e."

Piştî axaftinan Koma Pel derkete ser dikê.