Bi ronîkirina qetlîama Parîsê re wê gelek tişt eşkere bibe

Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay di çalakiya bîranîna şeş jinên Kurd ên şoreşger de axivî û diyar kir ku têkoşîn û berxwedana jinên Kurd ên hatine qetilkirin rêya wan ronî dike.

Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hersê jinên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez a ku di 9’ê Çileya 2013’an de li peytexta Fransa Parîsê hatibûn qetilkirin û her wiha Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ku di 4’ê Çileya 2016’an de li navçeya Silopiyê ya Şirnexê hatibûn qetilkirin bi bîr anîn. Parlementera HDP’ê Ebrû Gunay, Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêxistina HDP’ê ya bajêr û navçeyê, çalakvanên TJA’yê tevlî bîranînê bûn. Di bernameyê de sînevîzyona ku behsa têkoşîna her 6 jinan dike hat nîşandan.

Di bernameyê de Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay axivî, di destpêka axaftina xwe de komkujî şermezar kir û wiha got: “Em bejna xwe li ber hem û jinên têkoşerên azadiyê ditewînin. Ew ronahiya pêşeroja me ne. Jinên siyasetmendar rasterast bûn hedef. Komkujî li dijî aştî û demokrasiyê pêk hat. Tê zanîn di wan salan de hevdîtin bi Îmraliyê re pêk dihat û ev ji kemînek li dijî pêşxistina çareseriyê bûn, Fransayê barê komkujiyê li ser xwe avêt û ji ber ku berpirsyar Tirkiye bû wan ji bûyer nixumand. Lê her kes têkiliya Omer Guney bi MÎT'a Tirkiyeyê re dizane. Her tişt li holê ye. Divê were zanîn ku em ê ji destûra nixumandinê nedin û têkoşîna wan bidin berdewam kirin. Em ê têkoşîna wan dewr bigirin û her tim ji bo azadî demokrasiyê li ber xwe bidin.”

Piştî axaftinê stranên derbarê hersê jinan de ji hêla hunermendên Navenda Çand û Hunerê ya Qoserê ve hatin strandin.