Bi rasthatina Newrozê re Mexmûriyan şehîdên xwe jibîr nekirin
Şêniyên Mexmûrê danê êvarê bi boneya cejna Newrozê bera xwe dan Goristana Şehîdan û li ser gora şehîdan mûm pêxistin.
Şêniyên Mexmûrê danê êvarê bi boneya cejna Newrozê bera xwe dan Goristana Şehîdan û li ser gora şehîdan mûm pêxistin.
Di saetên êvarê de ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan ve bi boneya Cejna Newrozê çalakiyek a bîranîna şehîdan hat li darxistin.
Şêniyên wargehê serdana Goristana Şehîdan kirin û li wir ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Piştre li ser gorên şehîdan mûm hatin pêxistin.
Di merasîmê de Bavê Şehîd Xebat Marînos, Ehmed Orhan axivî û got: “Cejna Newrozê cejna bindestan e. Agirê ku Kawayê Hesinkar pêxist heta roja me ya îro ji aliyê tevgera azadiyê ya Kurdistanê ve geş dibe. Heval Mazlûm Dogan bi fedekarî û têkoşînek bê hempa bi agirê bedena xwe vê têkoşînê bilind kir û gihand lûtkeya herî jor. Ji wê rojê heta îro jî agirê serketinê li çiya û bajaran geş dibe. Em jî wek gelê Kurd em ê ti carê nehêlin ku ev agir vemire. Em vê Newrozê li Seroka Apo, şehîdan û gelê Kurd pîroz dikin.”
Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.