'Bi mûxalefeteke xurt deriyên girtîgehan dikare bên vekirin'

Hevserokê Med TUHAD-FED'ê Mehmet Temîzyuz bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û diyar kir, hikumetê deriyên xwe li pirsgirêkên civakî girtiye û bi mûxalefeteke xurt deriyên girtî hemû dikarin bên vekirin.

Hejmara girtiyên li girtîgehên Tirk ji kapasîteya xwe derbas kir û gihîşt 280 hezar kesî. Di nava girtiyên siyasî de zêdeyî 1333 girtiyên nexweş hene ku rewşa 400 ji wan giran e. Hevserokê Federasyona Komeleyên Piştgirî û Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (Med TUHAD-FED) Mehmet Temîzyuz li ser rewşa girtiyên nexweş ji ANF'ê re axivî. Temîzyuz diyar kir ku mijara girtiyên nexweş polîtîkayeke dewletê ye û got, "Em jî hewl didin pirsgirêka girtiyên nexweş her tim di rojevê de bihêlin. Ji ber ku pirsgirêkeke civakî ye, pêwîste rêxistinên civakî yên sivîl hemû jî giraniyê bidin ser vê yekê."

HIKUMETÊ DERIYÊN XWE LI PIRSGIRÊKÊ GIRTIYE

Temîzyuz bal kişand ser bandora hejmara zêde ya girtiyan, pirsgirêkên hîjyenê, xwarinê, êşkenceya fîzîkî, civakî û psîkolojîk a di rûdana nexweşiyan de û got, "Em ji aliyekî ve dixwazin çareyekê ji girtiyên nexweş re peyda bikin, li aliyê din jî ji bo nexweşiyên nû rû nedin hewl diidn şert û mercên guncav biafirînin. Mûxatabê çareserkirina pirsgirêkê, hikumet e. Lê belê hikumetê deriyên xwe li pirsgirêkên civakî girtiye."

PÊWÎSTÎ BI MÛXALEFETEKE XURT HEYE

Temîzyuz destnîşan kir ku mijara girtiyên nexweş pirsgirêka civakê hemû ye û destnîşan kir, eger mûxalefeteke xurt di nava civakê de bê kirin wê hikumet di polîtîkayên xwe de yên têkildarî girtiyên nexweş paşve gavê biavêje.

Temîzyuz anî ziman ku meclîs, rêxistinên civakî yên sivîl, baro û Yekîtiya Tabîban a Tirkiyeyê divê pirsgirêkê weke pirsgirêka xwe bibînin û got, "Bi mûxalefeteke xurt em dikarin deriyên girtî hemûyan vekin. Ji ber ku rewşa girtiyên nexweş giran e, divê em jî giraniyê bidin ser karê xwe. Bêguman şert û merc ji bo girtiyan hemûyan zehmet e, lê belê divê em girtiyên nexweş gav bi gav tespît bikin û li gorî wê plansaziyeke kar amade bikin. Beriya her tiştî ji bo tedawiya girtiyên ku nexweşiya wan giran e divê em bixebitin. Ji bo me karê sereke ew e ku girtiyên bi nexweşiyên giran li wir jiyana xwe ji dest nedin. Partiyên siyasî jî di nav de em ê di vê mijarê de bi saziyan hemûyan re hevdîtinan bikin. CPT, rêxistina efûyê jî di nav de em ê bi gelek saziyan re hevdîtinan bikin. Her wiha bi rêya gelek saziyên mîna OHD'ê em ê panelan li dar bixin. Di her firsendê de em ê Protokola Stenbolê bînin bîra Wezareta Tenduristiyê û pêvajoyên hiqûqî bi van panelan careke din bi bîr bixînin û bikin ku hiqûq bi cih bê anîn."