Bi kepçeyê bi ser mala Ablay a HDP'yî de girtin

Endama Meclîsa Şaredariya Serêkaniyê ya HDP'yî Dîlan Ablay, bavê wê, diya wê û xwîşk û birayên wê hatin destgîrkirin.

Vê sibehê polîsên Tirk li Serêkaniyê ya Rihayê terora girtinê kirin. Polîsên Tirk bi kepçeyê bi ser mala Endama Meclîsa Şaredariyê ya HDP'ê Dîlan Ablay de girtin, dê û bavê wê, 2 xwîşk birayên wê destgîr kirin. Dema destgîrkirinê dora malê hate pêçan, drone hatin bikaranîn, deriyên malê hatin şikandin.

Dîlan Albay, dayika wê Sevîm, bav Muhlîs, birayê wê Buran û xwîşka wê ya ji 18 salî biçûtir hatin destgîrkirin.

Polîsan bi kepçeyê dîwarên malê hilweşandin, baxçeyê malê kolan, darên li hewşê ji ra hilqetandin.

Her wiha bi ser mala kalikê Dîlan Albay Zubeyîr Ablay  de jî girtin, ku kalikê wê 73 salî bû. Hate gotin polîsên Tirk li Zubeyîr Ablay xistine, ji Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniyê, ''rapora 5 rojan nikare rabe ser xwe'' standiye.