Bi îdîaya 'Heqareta li Erdogan' ceza li Kok ê DBP'î hate birîn

Li endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Nazim Kok, bi îdîaya "Heqareta li Erdogan" 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê hate birîn.

Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Nazim Kok, bi hinceta parvekirinên li ser medya dîjîtal ên di dema êrişên qirkirinê yên sala 2016'an de, bi îdîaya "heqaret li Erdogan kiriye" kete ber dozê. Rûniştina destpêkê ya dozê pêk hat.

Di rûniştina dozê de ya li 1'emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Nisêbînê ya Mêrdînê de Kok û parêzerê wî amade bû.

Dadgehê îdîa kir ku parvekirina Kok di asta 'rencîdekirina hurmet, şeref û rûmeta Erdogan' de ye û 11 meh 20 roj cezayê girtîgehê lê birî.