Bi hezaran kes li Qada Şêx Seîd li benda peyama Rêber Apo ne
Bi hezaran kes li Qada Şêx Seîd a li Amedê li hev kom bûne û bi coş li benda peyama Rêber Apo ne.
Bi hezaran kes li Qada Şêx Seîd a li Amedê li hev kom bûne û bi coş li benda peyama Rêber Apo ne.
Li Qada Şêx Seîd a li navçeya Sûr a Amedê ekranên mezin hatin danîn û bi hezaran kes li qadê li hev civiyane.
Girseya gel ku ji bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê li Amedê li hev kom bûye, bi coş li benda peyama dîrokî ya Rêber Apo ye.
Li qadê stranên berxwedanê têne gotin û dirûşmên "Bijî berxwedana Îmraliyê", "Bijî Serok Apo", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" tê qîrîn.