Bi gerîlayekî Ereb re rêwîtiya ber bi PKK'ê ve..

Hecî gerîlayekî Ereb e. Piştî êrîşa DAÎŞ'ê ya li ser Şengalê tevlî nav PKK'ê bûye. Hecî got, ''Li dijî yên ku ziyanê didin mirovahiyê min xwest ku şer bikim. Tekane rêya vê jî PKK ye''.

Rê têra xwe dirêj e. Cihê ku em digihijinê cihekî gerîla ye. Roj li nîvê serê me dixe. Hecî kuryetiyê dike. Li pêş dimeşe. Carekê dema ku li pişt xwe dizîvire pê derdixe ku bi qasî wî nikarim bilez bimeşim. Hecî yê gerîla dema ku dibîne lêvên me ji têhna ziwa bûne bi bezê avê tîne û dide me.

Hecî gerîlayekî Ereb e. Ji Şengalê ye. 2016'an tevlî nav gerîla bûye. Piştî ku DAÎŞ'ê êrîş aniye ser Şengalê vê bandor li wî û malbata wî kiriye. Bi rê de her çendî carinan em diaxivin jî hê derbarê wî me zêde tiştek nizanîbû.

Piştre got bê ka li Şengalê çawa malbat bibandor bûye . Her dema ku dest bi axaftinê dikir çavê wî tije dibûn. Piştî ku em lê rawestiyan qebûl kir ku em du wêneyên wî bigirin.

Di vê rêwîtiyê de derfeta me çêbû ku jiyana cuda ya gerîla nas bikin. Her yek ji wan bûye şahidê êrîşan, bi hin sedemên cuda tevlî nav gerîla bûbin jî xala wan a hevpar ew e ku ku li dijî faşîzmê û mêtingeriyê têbikoşin. Van demên dawî ji Ereban jî gelek tevlî nav gerîla bûne. Hecî jî yek ji wan bû.

Hatiye nav refên PKK'ê da ku li dijî DAÎŞ'ê şer bike. Dibêje PKK ji bo wî hêviyeke mezin bûye û didomîne: ''Ez dixwazim li dijî wan ên ku ziyanê didin mirovahiyê şer bikim. Tekana cihê vê nav PKK'ê ye. Ez jî tevlî nav PKK'ê bûm. Ji niha û pê de ji bo ku li dijî faşîzmê têbikoşim bi hemû hêza xwe ez ê şer bikim. Hecî diyar dike ku li êrîşeke giran li ser Kurdistanê û Rojhialata Navîn heeye û wiha bang li ciwanên Ereb dike: ''Tekan cihê ku mirov bersivê bide van êrîşan nav PKK ye. Divê ciwanên Ereb tevlî nav PKK'ê bibin. Divê hevrêyî, mirovahiya PKK'ê bibînin û bijîn.''