Bi êşkenceyê destgîrkirin û piştre girtin

Ji Malbata Gurdegir Ahmed Gurdegir ê li Çewligê bi êşkenceyê hate destgîrkirin, girtin.

Di çarçoveya operasyona qirkirina siyasî ya 14’ê Îlonê de polîsan avêtibûn ser malên Ahmet Gurdegîr (34) Hatûn Gurdegîr (65) û Ertan Gurdegîr (45) ên li gundê Kadîmadrak a girêdayî navenda Çewligê dijîn.

Ahmet Gurdegîr ê di serdegirtinê de hatibû destgîrkirin û 30’ê Tebaxê hatibû destgîrkirin û bi şertê kontrola edlî hatibû berdan li gel Bermal Gurdegîr û Azad Gurdegîr hatin destgîrkirin. Her 3 kesên îfadeyên wan ên li Miduryeta Emniyetê ya Çewligê temam bûn, duh sewqî dozgeriyê kirin. Bermal û Azad Gurdegîr ên piştî dozgeriyê li dadgeriyê îfadeya wan hatin girtin, bi şertê ‘kontrola edlî’ hatin berdan, Ahmet Gurdegîr jî bi îdîaya ‘endamtiya rêxistinê’ hate girtin.