Bi dronê êrîş li baregeha Emerîkî ya li nêzîkî Hewlêrê hat kirin

Hat ragihandin ku danê sibehê li dijî baregeheke leşkerî ya Emerîkayê ya li nêzî Hewlêr a paytextê Başûrê Kurdistanê bi dronê êrişek pêk hatiye.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, danê sibehê roja Çarşemê li dijî baregeha Emerîkayê ya li navçeya Herîr a Hewlêrê bi dronê êrîşek hatiye kirin. Der barê êrîşê de heya niha tu daxuyanî nehatine dayîn û  tu kesî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe. 

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrîşa roja Sêşemê de ya li ser baregeha wan a li Enbarê 8 leşkerên wan  birîndar bûne û bersiv dane êrîşê. Sibeha Çarşemê, Hêzên Amerîkî di êrîşeke hewayî de li herêma Curf El Sakrê li başûrê Bexdayê 5 endamên Tuxayên Hîzbullahê kuştin.

Li gorî rayedarên leşkerî yên Amerîkî, hêzên Amerîkî yên ku li Îraq û Sûriyeyê bi cih bûne, ji heyva Cotmehê ve herî kêm 66 caran li rastî êrişan hatiye û di encama van êrîşan de 62 leşkerên Amerîkî bi awayekî sivik birîndar bûne.