Bi derengî hate berdan, lewma jiyana xwe ji dest da

Bedrî Çakmak ku li girtîgehê bi kansera mîdeyê ket, ji ber bi derengî hate berdan jiyana xwe ji dest da.

Bedrî Çakmak li Girtîgeha Tîpa D a Amedê ku lê dîlgirtî bû, bi kansera mîdeyê ketibû û ji ber ku daket 35 kîloyan, li ser hewldanan di sala 2021'ê de hate berdan.

Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) bi daxuyaniyekê ragihand ku Bedrî Çakmak jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li gel raporên 'nikare li girtîgehê bê hiştin' jî Bedrî Çakmak nehate berdan û piştî ku nexweşiya wî gihîşt asta herî bilind di sala 2021'ê de hate berdan.

MED TUHAD-FED'ê ragihand ku desthilatdarî ji mirina Bedrî Çakmak berpirsyar e û sersaxî ji amlbata Bedrî Çakmak re xwest.

Di daxuyaniyê de hate xwestin ku girtiyên nexweş hemû tavilê bêne berdan.