'Bi Demîrtaş û Guven re divê hemû dîlên siyasî bên berdan'

Parlamentera HDP'ê ya Mûşê û Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku DMME bi biryara xwe dereng maye û got, "Bi Demîrtaş û Guven re divê hemû dîlên siyasî bên berdan."

Parlamentera HDP'ê ya Mûşê û Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulîstan Kiliç Koçyîgît, li ser  biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ya ji bo berdana Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û  çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di roja 20'emîn de ye ji ANF'ê re axivî.

'BIRYAREKE DERENGMAYÎ YE'

Koçyîgît anî ziman, biryara DMME'yê ya ji bo Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş biryarek derengmayî ye û got, divê bi Demîrtaş re hemû dîlên siyasî serbest bên berdan. Koçyîgît da zanîn, li ser darbeya 4'ê Mijdarê du sal derbas bûne, lê hîn jî hevalên wan bi rengekî ne hiqûqî û ne qanûnî dîl tên girtin. Koçyîgît destnîşan kir, li gel vê ne hiqûqiyê operasyonên siyasî dewam dikin û wiha axivî: "Di hundirê dosyayên dijî hevalên me de tiştek nîne û doz siyasî ye. DMME'yê jî bi biryara xwe pişterast kir ku ev doz bi her awayî siyasî ye û ne qanûnî ye. Ji daxuyaniyên hikumetê û Recep Tayyîp Erdogan eşkere dibe ku tenê daxwazek wan heye û bi vê jî dixwazin HDP'ê têk bibin. Dewlet bi xwe jî zane girtina Demîrtaş û siyasetmedarên Kurd ne hiqûqî ye û lê li gel vê ne hiqûqiyê dixwaze hevrikên xwe di girtîgehê de bihêlin."

'AKP BI RÊYA DARAZÊ HEVRIKÊN XWE JI HOLÊ RADIKE'

Koçyîgît destnîşan kir, AKP dixwaze kesên têkoşîna wekhevî û azadiyê dide dixwaze dîl bigire û wiha û pê daket: "AKP bi hemû rê û rêbazên xwe yên derqanûnî dixwaze pêşî li pêşengên civakê bigire û nehêle ku kar bikin. AKP hevrikên xwe bi rêya darazê ji holê radike. Li pêşiya Tirkiyeyê tenê du rê hene. Tirkiye divê di aliyê darazê de gavek biavêje û xwe jinûve weke welatê hiqûqê bide diyarkirin. Li gel vê jî bi Demîrtaş re divê hemû dîlên siyasî bên berdan. Ya duyemîn jî, ya wê vê pêvajoyê birîndar bike û bi rêyên cuda biryarê mijûl bike. Ev jî dibe sedam ku ti eleqeya Tirkiyeyê bi welatê demokratîk û hiqûqê re tineye derkeve holê. Ji xwe demek dirêj e Tirkiye ji her alÎ ve ji hiqûqê dûr ketiye û ne hiqûqî her zêde dibe."

'DEMÎRTAŞ NEYÊ BERDAN KRÎZA DUYEMÎN LI BER DERÎ YE'

Koçyîgît da zanîn, hikumet bi krîzê nikare welêt bi rê ve bibe û wiha dewam kir: "Ji ber ku hikumet nikare welêt bi rêve bibe serî li rêyên şîdetê dide. Guherîna rejîmê bandorên neyînî li welêt dike û welat ber bi kaosê ve dibe. Krîza aboriyê û cemaweriyê serî hildaye. Ya herî girîng jî hiqûqa Tirkiyeyê di nava krîzê de ye. Li Tirkiyeyê ti kes nikare qala edaletê bike û hiqûq serobino bûye. Bi gotinên 'ez DMME û Yekitiya Ewropa nas nakim', wê rê li ber krîzên mezintirin veke. Eger Demîtaş neyê berdan û biryara DMME'yê bi cih neyê anîn, li Tirkiyeyê wê krîza duyemîn a weke keşe Brunson rû bide. Krîzeke bi vî rengî li ber derî ye."

'LI ÎMRALIYÊ TECRÎDA DI NAVA TECRÎDÊ DE'

Koçyîgît li ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di roja 20'emîn de ye bi bîr xist û got: "Leyla Guven ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Birêz Ocalan dest bi grevê kir. Li Îmraliyê tecrîda di nava tecrîdê de heye. Nêzî 3 sal û nîv e Birêz Ocalan bi ti awayî nikare malbat û parêzerên xwe bibîne. Mafê wî yê nivîsandina nameyan, axaftina bi telefonê tê astengkirin û têkiliya wî ya bi derve re hatiye birîn. Birêz Leyla Guven ji bo ev rewşa ne hiqûqî û dûrî ji edaletê bi dawî bibe dest bi grevê kir. Divê li her aliyên welêt em xwedî li çalakiya Birêz Leyla Guven derbikevin."

'RABÛNA LI BER TECRÎDÊ'

Koçyîgît diyar kir, divê li hemberî tecrîd tevahiya raya giştî derkeve serî hilde û got, "Divê em vê berpirsyariyê tenê li ser milê Guven nehêlin û em li dijî ne hiqûqî û bê mafiyê derkevin û xwedî li çalakiya Guven derkevin. Divê em dengê Leyla Guven bigihînin seranserî dinyayê û çalakiyê berfireh bikin. Di van şert û mercan de jiyana kesî ne ewle ye û ne azad e. Di van şertan de em hemû tecrîdkirî ne. Îradeya bi milyonan mirovî tecrîdkirî ye. Ev hikumet sibê dikare kesên ji rêzê jî ji dest bigire û tecrîd bike. Ne tenê Birêz Ocalan hatiye tecrîdkirin. Tecrîd li dijî tevahiya Rojhilata Navîn e. Divê tevahiya gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî jî gelên Tirkiyeyê li hemberî tecrîdê dengê xwe berz bikin."