Bi dehan ciwanên ji Sûriye û Rojava tevlî refên gerîlayan bûn

Bi dehan ciwanên ji Sûriye û Rojava, di çarçoveya pêngava ‘Serî Hilde’ de tevlî refên gerîlayan bûn.

Bi slogana “Me serî hilda, me berê xwe da çiyayên azad” bi dehan ciwanên ji Rojava û Sûriyeyê di çarçoveya pêngava “Serî hilde” de bi merasîmekê tevlî nav refên PKK’ê bûn.

Ciwanan li çiyayê Kurdistanê têkildarî tevlêbûna xwe daxuyanî dan û bal kişandin ser êrîşên li ser gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Di daxuyaniya ciwanan de gotina “Rêber Apo xeta me ya sor e, agahînestendina ji Rêber Apo ji bo me sedema serhildanê ye” hate diyarkirin.

Ciwanan bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdan û gelên Rojhilata Navîn û diyar kirin ku rêya têkoşîna li dijî van êrîşan, tevlêbûna nav refên gerîlayan e.