Bi çekên qedexekirî êrîş li çeperên gerîla hate kirin

Artêşa Tirk a dagirker 5'ê Adarê bi çekên qedexekirî êrîş bir ser çeperên berxwedanê.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî hêzên me dewam dikin. Agahiyên berfireh ên li ser êrîşan wiha ne:

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî;

5'ê Adarê çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê carekê bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

5'ê Adarê çeperên me yên berxwedanê yên li Çemço û derdora Çemê Lolanê yê li Xakurkê 12 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."