Bi çekan êrîşî Tevgera Nifşê Nû kirin

Li Silêmaniyê bi çekan êrîşî buroya Tevgera Nifşê Nû kirin. Endamê Meclîsa Tevgera Nifşên Nû Şadî Newzad got ku, “Polîsan mudaxeleyî bûyerê nekirin.”

Li Silêmaniyê duh şev saet di 22.50’an de kesên nasnameya wan ne diyar gule li buroya Tevgera Nifşên Nû barandin. Kesên çekdar dema bi wesayîtê ji ber buroyê derbas dibûn, 5 gule bera buroyê dan. Ji ber ku di wê saetê de kes li buroyê bû, tiştek bi kesî nehat lê li buroyê xisareke maddî pêk hat. Polîsên Silêmaniyê ji bo dîtina êrîşkaran lêpirsîn dan destpêkirin.

POLÎSAN MUDAXELEYÎ ÊRÎŞÊ NEKIRIN

Endamê Meclîsa Tevgera Nifşên Nû Şadî Newzad diyar kir ku ofîsa wan di navbera du bendên polîsan de ye û piştî êrîşê polîsan mudaxeleyî êrîşê nekirine.

Newzad diyar kir, piştî ku êrîşî buroya wan a li Hewlêrê, wan buroya xwe girtibûn û niha jî êrîşî buroya wan a Silêmaniyê tê kirin. Newzad got ku, “Ev êrîş bi qestî li dijî me tê kirin. Jimartina dengan a bi destan xetereyê çêdike. Ji ber ku dengê me zêde dibin, gefan li me dixwin. Em dixwazin êrîşkar werin dîtin.”