Bi çavê çapemeniya cîhanê 15'ê Tebaxê

Pêngava 15'ê Tebaxê ne ku ne tenê Kurdistan û herêm hejijand, her wiha Kurdistan û gerîlayên wê bi  medyaya cîhanê jî da naskirin. Organên weşanên ên girîng, berxwedana nû ya Kurdan ji nedîtî ve nehatin.

Cara pêşî cîhanê wê navê komeke gerîla a bi fermandariya Mahsûm Korkmaz (Egîd) wê bi çalakiya Dihê ya Sêrtê bibihîstaya. Di wê sergirtinê de ku di dîroka nêz a Kurd de weke ''Pêngava 15'ê Tebaxê'' tê binavkirin, navçeyeke biçûk a Kurdistanê, ji bo demeke kurt kete destê şervanên azadiyê ku nû-nû li çiyayên Kurdistanê rêxistiniya xwe dikirin. Gerîlayan bînahiyên yekîneyên leşkerî, garnîzona efseran, sembolên rejîma Tirk ên mîna banka û postexaneyê yên li Dihê piştî şerekî kurt kete kirin kontrola xwe, ji hoparlorên mizgefê bi danezanekê damezirîna Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) ragihandin. Geşedanên li Dİhê wê bandora erdhejê li Enqerê bikira.

Niyeta dewleta Tirk pêşî ew bû ku 'guleyên pêşî' yên li Dihê veşêre. Lê hê çend roj di ser re derbas nebûbûn medyaya cîhanê gelek caran navê vê navçeya biçûk anîn ser zimên. Her çendî çapemeniya  Tirk cara pêşî 18'ê Tebaxê li ser Dihê nûçe dabe jî (ew daxuyaniyên saziyên dewletê bû), BBC, Dengê Emerîkayê û radyaya Tehranê serdegirtina gerîlayên Kurd ji cîhanê re ragihandibû. Rojên piştî 15'ê Tebaxê bakurê Kurdistanê bû herêma ku medyaya Ewropayê û Emerîkayê berê xwe dayê. Ji bo tiştên ku wê şevê li Dihê hatin jiyîn, dihate gotin, ''Fîşeke destpêkkirina berxwedana Kurdan''.

Piştî 15'ê Tebaxê dema ku mirov li arşîva medyaya cîhanê ya salên 1985, 1986 û 1987'an dinere, tê dîtin ku şerê gerîla ya li herêmê zêdetir tê rojevê. Va ye kronolojiyeke kurt a di navbeyna salên 1984-1987'an de ya têkoşîna gerîlayên Kurdistanê bi vegotina The Guardîan û The Zeîtûng a ku li Ingiltere weşand dikir, New York Tîmes a li DYE'yê,  Frankfurter Allgemenîne Zeîtung a li Elman û The Globe and Maîl a li Kanadayê weşan dikir:

7 MILYON IN Û ZIMANÊ WAN QEDEXE YE
Hate gotin berxwedêrên Kurd bi hevdemî gelek êrîş dane destpêkirin )Le Monde /AFP, 20'ê Tebaxa 1984'an):

Saziyên leşkerî yên Tirk qedexe kir ku çapemeniya xwecih têkilî êrîşen berxwedêrên Kurd nûçeyan bide, ku berxwedêrên Kurd  roja Çarşemê li Sêrtê û Colemêrgê dabûne destpêkirin. Li gel ve jî êrîş 17'ê Tebaxê Înê ji hêla midûriyeta ragihandinê ya Enqerê ve hatin piştrastkirin. Hin jêderên din ên li Enqerê diyar kirin li navçeyên Şîrvan û Şirnexê jî êvara Çarşemê serhildêrên Kurd du mudahele kirin û bîlanço girantir e: Ji aliyê êrîşkaran û hêzên ewlehiyê ve bi kêmanî 11 mirî û bi dehan birîndar. Li gorî heman çavkaniyan, ev êrîş ji hêla endamên Partiya Karker a Kurdistanê ve têne kirin, ku endamên vê partiyê ji herêmên çiyayî yên Iraqê ku sînorê Tirkiyê ye, tên. Li rojhilatbaşûrê Tirkiyê 7 milyon Kurd dijîn. Bi fermî nayên qebûlkirin ku civakeke cuda ne û her çendî piraniya wan bi Tirkî nizanibin jî zimanê wan qedexe ye.

TAKTÎKÊN WÊREK ÊN LÊXE Û VEKIŞE
Artêşa Tirk li dijî Kurdên li sînoran e (The Guardîan, 25'ê Tebaxa 1984):

Li gorî çavkaniyên siyasî yên Tirk diyar dikin, piştî ku gerîlayên cihêbûnê dixwazin li pey hev çalakî kirin, Tirkiyê leşkerên xwe şandine ser sînorê Iraq-Îranê. Piştî taktîkên wêrek ên lêxe-vekişe a li Dihê û êrîşên gerîlayên Kurd ên  li ser yekîneyên leşkerî yên li Şemzînanê ya li başûrrojhilatê welêt, Tirkiye hewl dide ku yekîneyên xwe yên leşkerî xurt bike. Li herêmê tevgereke zêde ya leşkerî heye.

KETE PEY SERHILDÊRÊN KURD
Leşkerên Tirk li ser sînoran li pey Kurdan e (Frankurter Allgemeîne Zeîtûng, 26'ê Tebaxa 1984'an):

Li gorî jêderên Tirk û Kurdan, 400 leşkerên bijartê yên artêşa Tik li ser sînorê Iraq-Îranê kete pey serhildêrên Kurd. Heman çavkaniyan diyar kirin yekîneyên Tirk bi desteka helîkoptêran heftiya bihurî 22 km kete nav sînorê Îranê û 14 km kete nav sînorê Iraqê. Operasyona derveyî sînor bi bi pejirandina dewletên cîran pêk hat. Tirkiyê Gulana 1983'an li heman herêmê tevgereke wiha kiribû. Rayedarên leşkerî yên li Amedê dibêjin wê li her deverê bigerin. 15'ê Tebaxê, serhildêrên Kurd ku tê texmînkirin 600 kes bûn, li rojhilatê Tirkiyê êrîş bi ser bînahî û bankayan de biribû. Tê gotin serhildêr piştre reviyana çiyayan. Tê gotin Heftiya bihurî piştî vê bûyerê 210 Kurd hatin destgîrkirin. Tê texmînkirin  li Tirkiyê, Îran, Iraq, Sûriye, Libnan û Yekîtiya Sowyetan 16 milyon Kurd dijîn.

ÊRÎŞÊN SURPRÎZ KARÊ APOCÎYAN E
Operasyonên piştî êrîşa serhildêrên Kurd didome (Le Monde, 29'ê Tebaa 1984'an):

Li Dihê û Şemzînanê yên li Rojhilatbaşûrê Enetoliyê ku serhildêrên Kurd ên cihêbûnxwaz 15'ê Tebaxê êrîş biribûn û li gorî bîlançoya fermî 2 kes miribûn û 11 birîndar hebûn, rewş ber bi asayîbûnê ve diçe. Lê li van herêmên çiyayî operasyonên paqijkirinê didomin. Ev komên cihêbûnxwaz kî ne? Heta ku operasyon neqedin wê daxuyaniyeke fermî ya berfireh nebe. Li gorî agahiyên pêşî êrîşên suprîz karê milîtanên PKK'ê ye ku li Tirkiyê bi navê ''Apoci''yan têne nasîn û piştî darbeya leşkerî ya Îlona 1980'an xwe li welatên cîran girtibûn. Tê gotin ji sînorên Tirkiyê û Sûriyê, Tirkiyê û Iraqê ketine hundir û li Tirkiyê desteke xwecih ji bo wan heye.

LI DIJÎ KURDAN ENIYA DEWLETAN
Enqere, bi pejirandina Iraq û Îranê dixwaze êrîşê bibe ser serhildêrên Kurd (L Monde, 19'ê Cotmeha 1984):

Em ê bibin şahid ku li dijî Kurdan eniya dewletan a ji Tirkiyê, Iraq, îran û Sûriyê pêk hatî, wê çêbibe? Ew (Kurd) li ser sînorên van 4 wealtan li herêmen çiyayê dijîn, nifûsa wan 20 milyon e ku ziman û çanda wan yek e. 17'ê Cotmeha Çarşemê Serokwezîrê Tirk Turgut Ozal li Meclîsa Enqerê axivî û got, hikûmeta wî li dijî serhildêrên Kurd bi Bexdayê re peymana ''çalakiyeke bi koorîne'' danîne. Ozal diyar kir peymaneke wiha di nêz de wê bi Tehranê re jî were danîn. Serokwezîr got ji 15'ê Tebaxê û vir ve di operasyonan ya ku li dijî serhidêran li Enetoliya Rojhilata dane destpêkirin, ''18 leşkerên Tirk û 10 terorîst'' hatine kuştin.

Ozal, li ser cure operasyona ku wê were kirin ti agahî neda. Li gorî jêderên ku ji vê mijarê haydar, Yekşema bihurî dema ku Wezîrê Karê Derve yê Tirk serdana Iraqê kirin, bi Bexdayê re peyman hatiye dan3in û destûr tê dayin ku artêşa Tirk ji bo ku serhildêrên Kurd bişopîne bikeve nav xaka Iraqê. 1978'an û 1980'yî du welatan di navbeyna xwe de peymanên wiha danîbûn û artêşa Tirk Gulana bihurî li ser xaka Iraqê dîsa bi ser deverekê de girtibû. Li gorî agahiyên ku bi fermî nehatine piştrastkirin, yekîneyên Tirk ku li ser sînor hatine danîn operasyon birine ser gelek niqteyan.

SERHILDANA KU OPERASYONAN NIKARÎBÛ SERKUT BIKE
Li Enetoliya Rojhilata li dijî Kurdan operasyona leşkerî ya Tirk (Frankfurter Allgemenine Zeîtûng, 22'yê Cotmeha 1984'an): 

Li herêmên Başûrrojhilat û Enetoliya Rojhila operasyonên leşkerî ku li gel serhildêrên Kurd li dijî serhildêrên Ermen destpêkirin dikevine rewşeke ku nedihate payin. Ji ber ku li van herêmên ku ev 2 meh in geşedanên deraayî dibin, her roj nûçeyên nû tên. Herî dawî dema Şerê Cîhanê yê Duyan li bakurrojavayê Îranê dewleta Kurd çêbûbû lê temenê wê dirêj nebûbû. Piştre li Tirkiyê, Îran û Iraqê hewldana Kurdan a avakirina dewletê tim bêencam mabû. Bi vê serhildanê re ku beriya du mehan dest pê kirî û bi operasyonan nehate serkutkirin, Kurd careke dî hewl didin.

Operasyona ku navê ''Tevgera Başû'' lê hatî kirin, piştî êrîşa 15'ê Tebaxê ya li Şemzînanê û Dihê ya li ser leşkeran dest pê kiribû. Di wan êrîşan de yek jê efser leşkerek miribû, piştre jî, gerîlayan 3 efser û 12 gerîla kuştin. Heta niha mirina 12 'terorîst'an hate ragihandin. Rayedarekî ji Enqerê ku ji rojnameya me re axivî îdîa kir li pişt êrîşan Moskow heye.

BERXWEDANA KURDAN A PKK'Ê
Şerê Kurd mezin dibe (The Observer, 28'ê Cotmeha 1984'an):

Ji bo serkutkirina serhildana Kurdan ku li nav Tirkiyê xwedî bandor e, artêşa Tirk bi hêza hewayî operasyonê li xaka Iraqê dike. Ji ber krîzên mezin ên hikûmeta Tirk nûçeyên derheqê van operasyonan didin paş. Serhildana Kurd halê hazir yek ji pirsgirêka giran a Tirkiyê ye. Berxwedana Kurdan ji hêla milîtanên Partiya Karker a Kurdistanê ve tê rêvebirin.  Lİ paytext Amedê armanc dike ku komareke Kurd a serbixwe û sosyalîst ava bike.

SERHILDANA KURD HER KU DIÇE MEZIN DIBE
Leşkerên Tirk li Iraqê ne (The Globe and Maîl, 1'ê Mijdara 1984'an):

Komandoyên Tirk ên bi desteka helîkoptêr û çekên giran,  li dijî serhildana Kurdan ku heftiyên bihurî li bajarên Başûrrojhilat ên Tirkiyê bûye sedema mirinan û hejandinan û her ku diçe mezin dibe, halê hazir li ser xaka Iraqê operasyonên mezin dikin. Ev qadên çiyayî ku ji bo şerê îdeal a gerîla musaît in, derfetê dide ku şervan li ser sînor tevbigerin, kemînan li ber leşkerên dewleta Tirk deynin, êrîşan bibiin ser wan û xwe veşêrin. Serhildana Kurdan a 1925'an dest pê kirî û hema hema dikir ku komara bi pêşengiya Mustafa Kemal Ataturk hilweşîne, hê jî ji bo Tirkiyê astengek e.

TÊKILÎ SERHILDANÊ RÛPELEKE DÎ VEBÛ
Baharê serhildana Kurdan mezin kir (New York Tîmes, 17'ê Gulana 1987'an):

Li van xakên qedîm û bela jê xilas nabin, ku bi sedsan sal in qedera wê naguhere rûpeleke nû vebû. Ji ber ku serhildana ku Tebaxa 1984'an dest pê kirî, heta niha, 3 ji 1'ê serhildêr ên din sivîl bû sedema mirina 600 mirovî. Serhildênên rêz û rêçikî ku piştî sermaya hişk a zivistanê dest pê dikin, her wiha bala xwe daye ser rewşa 20 milyon Kurd ku di navbeyna eşîr û îdeoloiyan de parçe bûye. Nasyonalîzma Kurd bi sedan salan li ser piyan mane. Lê Kurdên ku ji ji neteweyan wêdetir xwedî komên cuda ên etnîk û zimanî ye, di herka dîrokê de nebûye xwedî statûyeke netew-dewletê.