Bi bandora Hakî Karer tevlî nava refên PKK'ê bû

Serhildan Kamûran dema ku 16 salî bû nivîsek li ser Hakî Karer xwend û jiyana wî guherî. Piştî demekê tevlî nava refên gerîla bû.

Gerîlayê HPG'ê Serhildan Kamûran gerîlayeke ku berî çar salan tevlî nava refên têkoşînê bûye. Jiyana Hakî Karer ku sala 1977'an bi komployekê şehîd bû bandor lê kir. Sê sal in li Şemzînanê gerîlatiyê dike.

Bi eslê xwe ji Bedlîsê ye, lê li Mersînê mezin bû. Yek ji wan ciwanên Kurd e ku bû hedefa polîtîkayên narkotîk, fûhûş û ajankirinê yên dewleta Tirk. Dema ku 13 salî bû dest bi bikaranîna narkotîkê kir. Di 16 saliya xwe de terikand. Ya ku ji vê re bû wesîle, Hakî Karer e. Kamûran diyar kir ku wî nivîsek li ser Hakî Karer xwend û gelekî bandor lê kir. Dibêje ku ji hingî ve dest ji bikaranîna narkotîkê berdaye.

Kamûran ku hêdî hêdî polîtîk bû, piştî ku êrîşên DAÎŞ'ê yên li ser Rojava zêde bûn û li Şengal, Kobanê şerekî giran qewimî, biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Tevî 7 hevalên xwe, sala 2014'an tevlî bû. Piştî ku perwerdeya şervanên nû dît, li gelek herêman bi erk û wezîfeyê rabû. Nêzî sê sal in li Şemzînanê ye.

PKK'BÛYÎN BÊYÎ HAKÎ KARER NABE

Gerîla Kamûran dibêje, "Hevrê Hakî Karer bi gelek taybetmendiyên xwe bandor li min kir. Bi fedakariya xwe, bi têkoşîna xwe ya ji bo xwişk û biratiya gelên Kurd û Tirk, parastina ruhê komê heta kêliya dawî, cihgirtina li refên pêş a di şerê herî giran de, bi taybetmendiya xwe ya rêxistinî û nêzîkbûna xwe ya li Rêbertî, hîn jî bandorê dike. Her milîtanekî PKK'ê ya jî yên dixwazin bibin PKK'yî divê teqez Hakî Karer nas bikin û fêhm bikin."

Serhildan Kamûran anî ziman ku di hemû perwerdeyên PKK'ê de, di vegotina dîroka PKK'ê de timî qala Hakî Karer tê kirin û wiha dewam kir: "Ji ber vê yekê hemû şervanên tevlî nava refên PKK'ê dibin, li ser hevrê Hakî û hevrêyên din ên pêşeng dibin xwedî agahî. Timî qala wan tê kirin. Di nava hemû yekîneyên me de gerîlayên bi navê Hakî hene. Herî kêm navê çend hevalan Hakî ye. Van salên dawî hevalan dest bi hilanîna navê Karer jî kirin. Li Şemzînanê hema bêjin her kes zane bê navê Hakî di nava PKK'ê de tê çi wateyê."

Serhildan Kamûran diyar kir, gerîlayên HPG'ê di şexsê Hakî Karer de meşa xwe ya serketin û azadiyê didomînin û herî dawî got, "Yekane rêya afirandina jiyana azad Hakîbûn e."