Bi 12 'fuzeyên balîstîk' êriş birin ser Hewlêrê

Hate ragihandin, ji derveyî Iraqê 12 'fuzeyên balîstîk' avêtin paytexta Herêma Kurdistana Federal Hewlêrê.

Çavkaniyên Ewlekariyê ragihandin ku êriş roja Yekşemê berbanga sibehê hate kirin.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Yekîtiya Têkoşîna li dijî Terorê, bi 12 fuzeyên balîstîk êriş li taxeke Hewlêrê hatiye kirin. Hate ragihandin ku êrişa bi fuzeyan li dijî Konsolosxaneya Emerîkayê hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Fuze ji derveyî Iraqê û Kurdistanê hatin avêtin, ji rojhilatê welêt hatin avêtin" û hate ragihandin ku di encama êrişê de tiştek bi kesî nehatiye, lê xisara madî çêbûye.

Li gorî nûçeya AFP'ê, berdevkekî Wezareta Karên Derve ya DYE'yê got, "Li ti cihekî hikumeta DYE'yê ti xisar an jî zerar nebûye."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, "Em vê êrişa terorê ya li ser herêmên cuda yên Hewlêrê şermezar dikin û bang li şêniyan dikin ku dilrehet bin."

Heta niha kesî berpirsyariya êrişê li xwe negirtiye. Êriş di demeke welê de hate kirin ku li Sûriyeyê du berpirsyarên payebilind ên Muxafizên Şoreşê li Sûriyeyê hatin kuştin. Ji êrişa li ser Sûriyeyê, Îsraîl berpirsyar hatibû nîşandan. Muxafizên Şoreşê Sêşemê bi daxuyaniyekê gef xwaribû û gotibû, "Rejîma siyonîst wê berdêla vî sûcî bide."