Bexdayê dest li sîstema kota û hilbijartinê ya Hewlêrê werda

Dadgeha Federal a Iraqê ragihand ku hejmara kursiyên kota yên li Parlamenta Herêma Kurdistanê li dijî destûra bingehîn e û biryar da ku Başûrê Kurdistanê bi çar herêmên hilbijartinê bê dabeşkirin.

Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê hejmara kursiyên li parlamenta herêmê ji bo 'hindekahiyan' hatiye veqetandin li dijî destûra bingehîn da.

Dadgehê her wiha biryar da ku hilbijartinên Herêma Kurdistanê bi çar herêmên hilbijartinê bê dabeşkirin. Ev biryar jî hejmara kursiyên li parlamenta herêmê ji 111'an dadixîne 100'î.

Di heman rûniştinê de hate ragihandin ku Herêma Kurdistanê divê hatineya petrolê û hemû hatineyên din radestî Bexdayê bike.

Di biryareke din de jî hikum hate dayin ku derengxistian mûçeyên personelên Herêma Kurdistanê binpêkirina maf e û diyar kir ku divê hikumet mûçeyan bide. Li herêma Kurdistanê gelek sektor ji bo mûçeyên ku bi mehane nayên dayin çalakiyên şermezarkirinê lidar dixin.