Bexda û Hewlêrê li hev kirin
Hikumeta navendî ya Iraqê ragihand ku di mijara firotina petrolê de ya ji bo Tirkiyeyê wan bi hikumeta federal a Kurdistanê re li hev kirine.
Hikumeta navendî ya Iraqê ragihand ku di mijara firotina petrolê de ya ji bo Tirkiyeyê wan bi hikumeta federal a Kurdistanê re li hev kirine.
Rayedarekî hikumeta Kurd ji AFP'ê re axivî û got, "Peymana ku hate mohrkirin wê îro (Sêşem) bikeve meriyetê."
Firotina petrolê ya ji herêma Kurdistanê ber bi Tirkiyeyê ve piştî biryara Dadgeha Tehkîmê ya Navneteweyî ku navenda wê li Parîsê ye hatibû rawestandin. Dadgehê biryar dabû ku erka rêvebirina petrolê divê bi Bexdayê re be.